05 december 2024

Dîsa rev û koçberî û girî bû para me

Li gorî îstatîstîkên Neteweyên Yekbûyî ji ber êrişên çeteyên Tehrîr El Şamê herî kêm 115 hezar kes, yanî kurd ji Kurdistana Rojava koçber bûne.

Ev yek bi destê Tirkiyê tê kirin. Çeteyên THŞ´ê girêdayî artêşa Tirkiyê ne, li ser daxwaza Tirkiyê vê zulmê li kurdan dikin, vîdeoyên vê terora xwe jî bi serbilindî belav dikin. 

Tirkiye nexwaze terorîstên îslamî nikanin viya bikin.

Gava bi sedhezaran însan ji ber qewmîyeta xwe bi darê zorê ji cî û warên xwe werin derxistin jenosîd e. Tirkiyê berê jî li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Girê Sipî ev yek kir û jê ram a.
Zulma yê xurt jê ra dimîne.

XXX

Paşeroja meriv, talîya meriv girêdayî meriv îro çi dike, ji bona rojên pêş çi hazir dike, çi embar dike.

Karê îro dibê meriv tu carî nehêle ji sibê ra. Sibe kane dereng be. Ev aqil hinekî dereng bi min ra çêbû, lê nuha karê îro tu carî nahêlim ji sibê ra.

XXX

Akademîsyenê tirk Baskin Oran gotiye, ”Erdogan ji bo ku li Sûriyê rê li ber otonomîya kurdî bigire kane li Sûriyê ordiya tirk bajo nava her gerekê.”

Ne kane bajo nav, ordiya tirk jixwe hetanî qirikê di nav gereka çete û terorîstên îslamî da ye.

Lê ev destpêk e, hela em binêrin ev êrîşa Tirkiyê û çeteyên îslamî ewê çawa biqede. Şer berdewam e, hîn ne diyar e kê qezenc bike. Lê yê li bela xwe bigere, zû dereng ewê bela xwe bibîne. Erdogan agir kiriye dawa xwe. Ji bo ku kurd desthilata kurdan ji ortê rake her xerabiyê, her dînîtiyê dike.

XXX

Hin tiştên min kirin, lê ez jê poşman im hene. Lê bi qasî tiştên min nekirine ne pir in. Poşmaniya min ji tiştên min nekirin ji tiştên min kirin bêtir e.

Jiyan wiha ye, carnan meriv ji tiştê meriv kiriye poşman e, carnan jî ji tiştê meriv nekiriye poşman e.

XXX

Rûdawê bi nivîskar,rexnegir Faîk Ocalê hêja ra hevpeyvînekxweş kiriye.

Faîk Ocal rexnegirikî hoste, erbabê karê xwe ye. Lema jî nirxandin û dîtinên wî yên li ser roman û çîrokê muhîm e.

Ji bo vê xebata ji bo edebîyata me gelkî girîng camêr pîroz dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE