Nivîskarek kurdîya wî baş be lê tu carî nivîsekê, twîttekê bi kurdî nenivîsîne, parvekirinekê bi kurdî neke pir eyb dike.
Ne analfabet e, ji ber ku bi tirkî dinivîsîne, gelek berhemên wî yên bi tirkî hene.
Meriv rastnivîsê nizanibe fêr dibe. Min jî
nizanîbû ez fêr bûm. Çimkî min xwest, min xwe fêr kir.
Her kesê îro bi kurdî dinivîsîne ji bo ku xwestiye fêr bûye.
Kesê kurdîya wî baş be lê dîsa jî parvekirineke herî biçûk jî bi kurdî neke, ya
tenezul nake bi kurdî binivîsîne, ya jî ji kurdî hez nake.
Karê meriv jê hez neke meriv nake, fêr nabe.
Ma her kesê bi tirkî dinivîsîne tirkiya wî/wê sedîsed rast e?
Di medyaya sosyal da ez dibînim tirkîya gelek kesan mişt şaşî ne, yên hinekan
pir xerab e jî.
Lema şaşiyên îmlayî normal e, dibê meriv jê netirse, ji ber şerm neke. Bi
nivîsandinê meriv rastnivîsê fêr dibe. Dilê şivên bixwaze kane nêrî bidoşe.
Yanî ji bo kurdekî bi kurmancî mezin bûbe, axaftina wî ya kurmancî baş e,
fêrbûna elîfbeya kurmancî û rastnivîsê ne zor e; ne deve û qantir e.
Merivekî zane, li dijî asîmîlasyonê, haya wî ji girîngiya nivîsîna bi kurdî
heye, lê dîsa jî qet bi kurdî nenivîsîne pir anormal e. Dibê meriv viya bi
zimanekî maqûl jê ra bibêje.
dibê ew nivîskar ne ziman û edebîyata tirkî, ziman û edeîbyata miletê xwe bi
pêş xîne, ji nifşên nû ra bibe pêşeng û numûne.
Kesê bi kurdî zane, kurdîya wî baş e, lê dîsa jî bi kurdî nanivîsîne, tiştê bi
tirkî dinivîsîne şaheser be jî ez naxwînim, qîmetê jî nadimê.
Ez jî naxwînim!
SvaraRaderaTu baş dikî. Dibê meriv nivîsên kesên bi kurdî zanin, kurmacîya wan baş e, lê tu carî bi kurdî nanivîsin nexwîne.
RaderaZahmetiyê nadin xwe îmla kurmancî fêr bibin ya jî tenezul nakin bi kurmancî binivîsin.
Çimkî bazara wan a bi tirkî heye. Dibê meriv kitêbên kesên wiha nekire, nivîsên wan nexwîne.
Kurdî nizanibin tiştekî din e, zanin lê dîsa jî nanivîsin.