Kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê çi sozê, çi tawîzê bidin serokên Tirkiyê bira bidinê, her daxwaza wan qebûl bikin jî ewê tu carî bela xwe ji wan venekin, tu carî wan rehet nehêlin.
Xwezî wiha nekirana, xwezî kurdên her çar peçên kurdistanê wek hev neyarên xwe nedîtana.
Lê dibînin. Ji bo wan pîvaz çi sor çi sipî, ferq nake. Kurd kurd e, çi başûr, çi bakur, çi rojava, çi rojhilat, ferq nake, ji bo wan giş dijmin in, dibê yek jî nebe xwedî dewlet, xwedî statuyeke netewî.
Ev hukûmet belkî hinekî zêde êrîşkar e, zêde bela xwe di kurdan dide, ew jî ji ber rewşa îro ye. Çimkî kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê dikin azad bibin, dikin bibin xwedî dewleteke kurd.Ev yek tirkan pir ditirsîne û bêtir agresîv dike. Lê kîjan hukûmet bûya ewê eynî tişt bikira, tirk wek milet ne di wê nuxteya avabpna Kurdistanekê qebûl bikin.
Li Sûriyê û Îraqê azadbûna kurdan, çêbûna Kurdistanê tirk ji bo xwe wek destpêka azadbûna kurdên bakur dibînin. Lema pir dijwarî êrîşî Kurdistana Rojava dikin.
Tarîxê qedera me kurdên herçar pereyên Kurdistanê kiriye yek, tirk hetanî kanibin ewê nehêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd azad bibin, bibin xwedî dewlet.
Tirk, li Misrê li dijî radyoya kurdî derketin. Li Swêd vebûna zarokxaneya kurdî wek hewildana perçebûna Tirkiyê dîtin û xwestin zarokxane were girtin.
Tirk, li zanîngeheke Japonyayê vebûna beşa zimanê kurdî li hemberî Tirkiyê wek gefeke mezin dîtin û xwestin Japonya wî beşî veneke.
Yanî kurdên başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê dibê baş bizanibin heta li Tirkiyê rewşa kurdan wiha be tirk ewê tu carî bela xwe ji wan venekin. Ewê ji Îraqê, Sûriyê û Îranê bêtir neyartiya wan bikin û tim li dû wan bin.
XXX
Di qetlîama Helebçeyê da wek milet em çawa bûn yek dil, yek
laş û li hemberî neyarê xwînxwar, me êrîşkar dest da hev, micadele kir, ji bo
Kurdistana Rojava jî, ji kurdên Efrînê jî dibê em eynî tiştî bikin.
Rast, çep, dîndar, komunîs, PYD, YPJ, PKK, PDK, YNK yanî em kurd wek milet giş bindest in, bêdewlet in, zulm li me gişan dibe.
Di rojeke
wiha da dibê dilê me gişan ji bo Kurdistana Rojava lêxe, guhê me, bala me wer
li ser kurdên rojava be. Em giş bi hev ra êrîşa çeteyên îslamî yên Tirkiyê
mahkûm bikin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar