Dîplomatê rûs Andrey Baklanaov ji Rûdawê ra wiha gotiye:
“Bi nêrîna min, Erdogan dest ji armancên xwe yên demdirêj ên
guherîna sînoran bernedaye. Jixwe di daxuyaniyeke xwe ya van rojan da gotiye,
cîhan derbasî qonaxeka guherînê ya sererastkirina sînoran bûye.”
Ev tast e. Sînorên Erdogan û tirk dixwazin biguherînin dagirkirina tevayiya Kurdidstana
Rojava û beşekî mezin ê Kurdistana Başûr e.Dixwazin wan deran jî bikin erdê Tirkiyê.
Tirk hebûna Kurdistana Rojava û Başûr wek bingehê azadbûna kurdên bakur dibîne.
Ji bo ku kurdên bakur bêpişt bimînin dibê Kurdistana Rojava û Başûr nemîne.
Tirk azadbûna kurdên başûr û rojava ji hebûna xwe ra talûke dibînin. Lema jî
dixwazin kurdên başûr û rojava ne azad bibin ne jî hebin.
Yanî erdê Erdogan dixwaze dagir bike Kurdistan e û dûra jî qirkirina miletê
kurd e.
Ewê bi lez demografiya Kurdistanê biguherînin. Wek li Efrînê kirin.
Ewê bi milyonan tirkan li Kurdistanê bi cî
bikin ji bo ku kurd bibin kêmayî û Kurdistan bibe wek herêmeke Tirkiyê.
Dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî û ev êrîşa çeteyên HTŞ´ê ya ser
Helebê, Hamayê û Tilahferê ji dagirkirina tevahiya Kurdistana Rojava ye.
Ev
gavên ewilî ne. Piştî vê, ewê êrîşê Kobanê, Amûdê, Qamîşloyê û tevahiya
Kurdistanê bikin. Pilana wan, armanca wan ev e. Lê ewê kanibin, nikanibin ew
tiştekî din e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar