02 december 2024

Bi vê hevpeyvînê pir kêfxweş bûm

Ji bajarê Urmiyê rêveberê kovara Vejînê, Akam Cîhangirî îşev bi min ra hevpeyvînek kir. Hevpeyvînê li dora seetekê ajot.

Ji ber ku xortekî ji Kurdistana Rojhilat ji bo kovara xwe bi min ra sohbet kir pir kêfxweş bûm.
Cara pêşî ye hevpeyvîneke min ewê di kovareka Kurdistana Rojhilat da darkeve.
Hevpeyvîn ewê di kovara Vejînê da were weşandin.
Ev hejmara kovara kovara Vejînê ewê li ser blogerîya kurdî be.
Li ser pêşniyara Ferzan Şêrê hêja Akam Cîhangîrî bi min ra ket têkliyê û ev hevpeyvîn çê bû. Akam Cîhangîrî xortekî jîr bû, pirsên xweş ji min kir. Hêvî dikim min jî bersîvên xweş dabin. Sipas ji bo vê qedirşînasiya Ferzan Şêr.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE