Li Sûriyê jiyana kurdên Helebê û Şahbayê di talûkê da ye.
Lê ne jiyana wan tenê, heger çeteyên îslamî Esed bixînin û li Sûriyê werin ser hukim, jiyana kurdên Kurdistana Rojava jî di talûkê da ye. Ewê êrîşî wan jî bikin.
Ewê dewleteke îslamî, bi şerîetê tê îdarekirin ava bikin.
Yanî ewê Sûriyê bikin Afganîstan. Û ewê kurdan û nîvê nufûsa Sûriyê bi çolan xînin.
Sûriye ewê bibe dojeh. Jin ewê bibin kêzikên reş. Tirkiye ewê hin erdên din dagir bike.
Birêvebirê Rêxistina Kurdên Êzidî ya Kolnê Elî Îso li ser şerê Helebê gotiye, “jiyana 5 hezar Kurdên Êzidî li herêma Şehbayê ya Efrînê û taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê yên Helebê heye.
Ferqa nabêna terorîstên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û Daîşê tenê nav e, çeteyên HTŞ´ê bermayiyên Daîşê ne.
Tirkiyê navekî din li wan
kiriye, îdeolojiya wan û terorîstên Daîş´ê yek e, ew jî bi Alah û ekber êrîş
dikin, însanan îşkence dikin.
Rejîma Sûriyê xerab e, dibê were guhertin. Lê dibê nekeve destên van îslamîstên har. Heger Esed bikeve û hukum têkeve destê van terorîstên îslamî Sûriye ewê bibe Afganîsta duduya.
Û Afganîstana duduya ji coxrafiya xwe ji bo herêmê û dinyayê ewê ji Afganîstanê pir talûketir be.
Gerek
Rûsya û Hêzên Hevpeyman nehêlin çeteyên îslamî Sûriyê bigrin destê xwe. Li
Sûriya wan jiyana kurdan di talûkeyeke mezin d aye.
Gerek kurdên Şehbayê û Helebê di nav lepên gurên har da bi
tenê nemînin.
XXX
Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îranê bi hev ra li
Enqereyê civîneke çapemeniyê çêkirine.
Tiştê meriv ji gotinên wezîrê karên derve yê Îranê Ebas
Eraqçî û wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan fêm dike, herdu jî ne li
dijî êrîşa çeteyên Tehrîr El Şamê (HTŞ)ê ne. Herdu serîyan jî PKK, YPG û PJAK
wek neyarên xwe yên esasî nîşan dane.
Ebas Eraqçî gotiye,“Pêwendiyên komên terorê yên li Sûriyeyê
rasterast bi rejîma Siyonîst re hene.”
Yanî mêrik ji êrîşa çeteyên HTŞ´ê ne bi Tirkiyê, bi Îsraîl
va girê dide. Herduyan jî gotine dijminê me yê mişterek YPG, PKK û PJAK.
Li gorî Ebas Eraqçî ”bêîstiqrariya Sûriyeyê projeya Îsraîl”
e. Ev serkundur bi rastî jî eraqçî ye, heger serê wî ne kundur bûya ji dêlî
Tirkiyê, Îsraîl nedikir berpirsiyarê şerê Sûriyê.
XXX
Min ji siyaseta Amarîkayê, Rûsyayê û Hêzên Hevpeyman a li
Sûriyê tiştek fêm nekir. Li Idlibê, li Hemayê û li Helebê çeteyên Tehrîr El Şamê
(HTŞ) bombebaran dikin, lê ji Tirkiyê ra tiştekî nabêjin. Fermandarî û pêşengiya
vê êrîşî Tirkiye dike. Her kes viya zane.
Çeteyên HTŞ´ê kelmêş in, avzêm Tirkiye, ji bo ku kelmêş
biqedin dibê avzêm were hişkkirin.
Çeteyên HTŞ´ê girêdayî artêşa Tirkiyê ne, ne daxwaz û alîkariya
Tirkiyê ya eskerî û lojîstîk be terorîstên HTŞ´ê nikanin êrîşeke wiha bikin.
Tirkiye deriyê Cilvegozu bigire çeteyên HTŞ´ê ewê ji birçîna
bimrin.
Her tiştê wan, eskerî, perwerde, xwarin, pere ji alî Tikriyê
tê temînkirin.
Amerîka, Rûsya, Îran viya zanin, lê dîsa jî Tirkiyê nakin
hedef.
XXX
Rêveberiya Kurdistana Rojava li hemberî êrîşên terorîstên
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) seferberî îlan kiriye.
Hevseroka Meclîsa Rêveber Evîn Siwêdê gotiye, ”Ev êrişa
dewleta Tirk berdewamiya plana Tirkiye-DAIŞê ya têkçûyî ye. Armanca vê êrîşê
yek jê jî dixwazin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bikin û xakên nû tev li
Tirkiyeyê bikin.Tirkiye li dû pêkanîna sînorên Mîsaqi-Millî ye.”
Dîtina min ji destpêkê da ev e, Tirkiye li pişt êrîşî ye,
dixwaze bi destê van çeteyên xwe îdareya Kurdistana rojava têk bibe.
XXX
Levent Gultekîn kurd e, lê kurdekî pir bêxîret e, bûye zilamê tirkan û dijminê qewmê xwe.
Titirse ji ber şaşiyên serokên Tirkiyê ”Kurdistana Sûriyê jî
çêbibe.”
Vî qûnalêsê tirikan gotiye:
”Tu nikanî Helebê bigirî birayê min´î bêhiş, piştî
Kurdistana Îraqê, Kurdistana Sûriyê jî bi te didin avakirin.”
Merivê bêxîret ne ji qewmê xwe ye, dilxwazê neyarê miletê xwe ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar