01 december 2024

Merivê bêxîret ji hevlatiya bi dijmin ra şerm nake

Levent Gultekîn kurd e, lê kurdekî pir bêxîret e, bûye zilamê tirkan û dijminê qewmê xwe.

Titirse ji ber şaşiyên serokên Tirkiyê ”Kurdistana Sûriyê jî çêbibe.”

Vî qûnalêsê tirikan gotiye:
”Tu nikanî Helebê bigirî birayê min´î bêhiş, piştî Kurdistana Îraqê, Kurdistana Sûriyê jî bi te didin avakirin.”

Merivê bêxîret ne ji qewmê xwe ye, dilxwazê neyarê miletê xwe ye. Lema jî ji hevaltiya, ji piştgiriya bi dagirkerên welatê xwe ra şerm nake. Naxwaze miletê wî azad bibe; azadiya miletê wî, wî ditirsîne, aqil dide dijmin.
Levent Gultekîn tam wek bînbaşî Qasimê(Kasim Ataç)xayin neyartiya qewmê xwe dike.

XXX

Li Sûriyê careke din balansa leşkerî û siyasî diguhere. Êrîş ji alî cîhadçiyên Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ve tê kirin, lê Tirkiye li pişt êrîşêye, yê HTŞ´ê sewq û îdare dike, alîkariya lojîstîk didê Tirkiye ye.
Îdlîb bi temamî girtine, balafirxana Helebê û gelek taxên Helebê jî bi rehetî girtin. Hêzên hukûmetê qet li ber xwe neda.
Gelo Esad ji bo ku çeteyên HTŞ´ê bera canê kurdan bide hêzên xwe vekişand ?
Çimkî hêzên HTŞ´ê bêyî miqawemeteke cidî pêşda çûn.

Ev êrîş HTŞ´ê ewê hetanî ku here, çi kar û zirarê bide kurdan ji nuha da ne diyar e.

Hêzên kurd ketine taxa Nebul Zahra û kontrola balafirgeha Helebê girtine destên xwe. Tiştên pir ecêb dibe. Herên hêzên Sûriyê ji vekişiyan ketiye destê HSD û YPG´ê. Ev tiştekî baş e.

Lê xeberên şerê nabêna HSD´ê û HTŞ´ê da tê. Geleo Rûsya û Îran ewê destegê bidin kurdan ya jî li şer temaşe bikin?

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gotiye ”ew beşdarî şer nebûne û tedbîrên pêwîst girtine.”

Ne rast e, bi leşkerên xwe beşdar nebûne, lê bi çeteyên xwe di şer da ne. Ne emrê wan be HTŞ gaveke wiha navêje.

Bersîva Îran û Rûsyayê muhîm e. Îran pir sist xuya ye. Dibê destegê bidin hêzên kurd. Ya na çeteyên Tirkiyê ewê Helebê bigrin.

XXX

Terorîstên Tahrîr el-Şam’ê dibêjin Hema girtine, piraniya Helebê di destê wan da ye. Ketina Hemayê, Helebê tê maneya ketina Beşar Esed û Îranê jî.

Lê rewşa kurdan ewê çawa be, tirsa min ew e. Hêvî dikim Amerîka kurdan bi tenê nehêle.

Ketin Esed kane ji pozîsyona kurdan xurttir jî bike. Guherandin pir zû dibe, êdî îşê rojan û seeta ye.

XXX

Min li pastexanê berê sê(3) kulînçe kirî, perê xwe da. Dûra min pasteyek xweştir dît, min guhert.

Lawikê kasê 2 kron li min vegerand, min got nelazim e. Qebûl nekir, 2 kronê min da min.

Ji ber ku di alvêrê da tim kartê bi kar tînim, min du kron nas nekir.

Ev çend sal in min perê swêd qet bi kar neanî ye. Lema ez perê swêd nas nakim. Perê Swêd ne yê hûr, ne jî yê kaxetî ji dûr va nas nakim. Dibê lê binêrim.

Berê min cuzdan bi xwe ra digerand, perê xwe dixist cuzdanê.

Lê êdî bi kar naynim. 3-4 cuzdanên min li mal in. Nasname û çend kartên min di qubûra telefonê da ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE