08 november 2024

Êdî em tarîxa xwe dinivîsin

Sedat Ulugana li ser tarîxa me lêkolînên pir giranbiha dike.

Kitêba wî ya bi navê ”Sê halê kurdan: liberxwedan, qetlîam, sirgûn”, li ser mijareka pir girîng e. Çapa 4´a di nav weşanên Dara´yê da derketiye.
Kitêb bi tirkî ye. Hêvî dikim Sedat rojekê kurmanciya wê jî binivîsîne.

Diyar e wek navê wê, naveroka wê jî pir girîng e, lema tê xwendin.
Min kitêb nexwendiye, lê ji navê wê jî xuya dike mijarên li ser radiweste serpêhatî û trajediyên me ne.

Em tarîxa xwe çiqasî fêr bibin, bizanibin hewqasî baş e.

Di 150-200 salê dawî da bobelatên mezin hatin serê me kurdan, wek milet em ketin riya asîmîlasyonê û tunebûnê. 

Me desthilatên xwe yên netewî hemû ji dest dan û sirgûn û qetlîamên li hemberî med est pê kirin.

Sedat Ulugana di vê esera xwe da wan serîhildanan, wan qetlîam û sirgûna radixe ber çavên xwendevanan, dibêje bibînin dagirkerên welatê we çi anîne serê pêşiyên we.

Şikir ne 40-50 sal berê ye, êdî bi sedan nivîskar, akademîsyen û lêkolînerên me yên pir hêja hene. 

Li ser tarîx û edebîyata me, li ser şexsîyetên di tarîxa me da girîngîya wan hebûye, bûne şahid û qehremanên gelek bûyaran lêkolînên pir hêja dikin. 

Seîd Veroj, Necat Zivingî jî li ser tarîxa me, li ser hin şexsîyetên kurd lêkolînên pir hêja kirine. Xwedê kir kesên wek van nivîskar û lêkolîneran hene.

Bi saya lêkolîn û xebatên wan em fêr dibin kê bi gelê xwe ra xayintî kiriye, kê bi qehremanî serî hildaye û canê xwe feda kiriye.

XXX

Li gorî gotineke romayîya sîyaset, ji bo ku meriv berx bixwe bi rûvî ra pilanê çêdike, bi gur ra dikuje û bi xwediyê berx ra jî şînê datîne.

Dagirkerên welatê me tim wiha kirine.

Me kurdan wiha nekiriye. Me sîyaset wek diristî, dilpakî û rastgoyî fêm kiriye. Lema jî em gelekê caran li zirarê derketine û hin caran jî xapîyan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE