Kesên xwe wek zimanzanên kurmancî dibînin û di medyaya
sosyal da her roj hin teoriyên çeqilmastî li hev tînin, xwe pispor, alimên zimên dibînin wer pir bûne, wer pir bûne aqilê
meriv nagire.
Li ba xelkê ji bo ku yek bibe zimamzan dibê 4-5 salan li zanîngehê bixwîne.
Li ba kurdan xwendin, perwerde ne şert e, zanîna kurmancî têrê dike ji bo ku yek bibe "zimanzan"!
Hin kes bêyî ku minasebetek, sebebek hebe, sirf ji bo ku xelk navê wan bibîne qala hin tişt miştên vala, tiştek jê nayê fêmkirin dikin.
Mijarên dibê zimanzan konferansan da, di civînên li ser zimên da minaqaşe bikin, ew di Facebookê da. di malperekê da minaqaşe dikin.
Dibe wek qîjewîjeke meriv nerehet dike.
Ji sedî nodûnehê kesên xwe zimanzan dihesibînin, belkî jî hîn zêdetirê wan ne alim û zanayên ilmê zimên in, ne fîlolog in, ne lînguîstên. Tu beşekî ilmê zimên nexwendine.
Jixwe ra fêrî xwendin û nivîsîna kurmancî bûne, ew jî ne baş û nivîsên, zanînên kesên zimanzan kopî dikin.Çend gotinên kurmancî û naylon bi sentaksa erebî li dû hev rêz dikin û
di medyaya sosyal da, di hin malperan da însanan gêj dikin.
Gava hin gotinên tiştek jê nayê fêmkirin li hev tînin, gelek kesên dilpak ji
tirsa ji wan ra dibêjin, ”mamoste û mamoste”!
Ev yek gelkî kêfa wan tîne, lema dev ji pisporiyên xwe yên bêbingeh bernadin.
Çi ye, çi ye, efendim filankeso "zimanzan" e !
Weleh ji sedî nodûnehê kesên navê zimanzaniyê bi xwe xistine hîn nizanin
kurmancî rast binivîsin. Haya wan xweşik, baş ji sentaksa kurmancî, ji îmla kurmancî, ji
giramera kurmancî tune ye.
Medyaya sosyal belaş e, ne perê wan lê dihere, ne jî ji ber gotinên wan yên pelapûçî ceza dibin. Di ser da navê "mamostetiyê" pê dikeve !
Ji wê çêtir, çima ewê xwe nekin alimên zimên ?
Heyra bela xwe ji kurmancî vekin, em fêm nakin hûn çi dibêjin, qala çi dikin.
We zimanê me ji gêrmiya gavanan jî xerabtir kiriye.
XXX
Facebookê dîsa dest bi astengkirina nivîsên min ên bloga min
kiriye.
Çi nivîs dibe bira bibe, nivîsên li ser lawiran jî gava ji
bloga xwe parve dikim, Facebook tavilê radike.
Piştî ez ji welêt hatim ev problema Facebookê çêbû. Çendak bû
dev ji astengkirinê berdabûn, sê roj in dîsa her nivîsa ez ji blogê parve dikim
radikin.
Ez îtîraz dikim bersîvê nadin. Berê piraniya nivîsan paş da
bicî dikirin, vê carê ne belav dikin, ne jî bersîvê didin.
Ez westîyam, ezê êdî nivîsên blogê di Facebookê da parve
nekim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar