24 december 2024

Gerek em gelê xwe û dostên xwe xeyalşikestî nekin !

Hewldanên Amerîka û Fransayê ji bo yekîtiya kurdên Rojavayê Kurdistanê berdewam e. 

Heyetên Amerîkayê û Fransayê li Qamîşloyê bi berpirsiyarên ENKS´ê û HSD´ê ra hevdîtinan dikin, şîreta li serok û siyasetmedarên kurdan dikin. 

Hêvî dikim serok û berpirsiyarên herdu alîyan bi mizgîna yekîtiyê dilê miletê xwe xweş bikin. Me û dostên me xeyalşikestî nekin !
Miletê kurd jî yekîtiyê, tifaqê dixwaze, li ser sînoran dua dike.

Heyetên amerîkî û fransî ji wan ra dibêjin law em ketine bextê we zû yekîtiya xwe çêkin.

Heger di vê dema tarîxî û muhîm da hûn ne bi tifaq bin hûnê wek milet perîşan bibin, di Sûriya nuh da hûnê tu mafî bi dest nexînin.

Heger serok û siyasetmedarên me baqil bûna ne hewceyî nabênkariya amerîkiyan û fransizan bû. Dibê wan bi xwe bîr bibira îro roja yekîtiya netewî ye.

Gerek îro dubendî di nabêna kurdên Kurdistana Rojava da tunebe. Dubendiyên nabêna xwe yên berê dibê bidin alîkî û bi lez hêzên xwe, gotinên xwe, daxwazazên xwe bikin yek. 

Ji bo ku dostên me, dildxwazên me alîkariya me bikin yekîtiya me şert e. Amerîka, Fransa, dostên me viya ji me dixwazin.

Gerek ne hewceyî nabênkariya Amerîka û Fransayê bûya, bêyî ew bihatana li Qamîşloyê têketana nabêna ENKS´ê û HSD´ê, PYD´ê dibê wan yekîtiya xwe çêkiriba.

Lê hîn jî ne dereng e, ya muhîm dibê dibê ENKS û HSD, PYD û partiyên din miletê xwe û dostên xwe xeyalşikestî nekin, yekîtiya xwe zû îlan bikin.

Ji bo ku misilmanên tirk, ereb me nekujin, me qir nekin, bajarên me wêran nekin, me bi bi çol û çepelan nexin, leşkerên amerîkî ji Amerîkayê lêxistine hatine Kobanê hawara me, me ji êrîşên tirk û erebên dibêjin em birayên hev in diparêzin ! Mala wan û yên ew şandine Kobanê ava be !

Robert Ford: Kurd çi qas zûtir bibin xwedî helwestekehevgirtî ew qas baştir e

Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Parastina Rojava pêkanîna yekitiya netewî ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE