24 december 2024

Dostên me yên amerîkî ji bo me karên baş dikin

Senatorên Partiya Cumhûrîyetçî Lindsey Graham û Senatorê Partiya Demokrat Cris Van Hallen ji bo cezakirina Tirkiyê pêşniyarek bi navê ”Qanûna micadela li dijî êrîşkariya tirk” pêşkêşî Senatoya Amerîkayê kirin.

Di pêşniyarê da ji bilî cezayên leşkerî, li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê daxwaza herêmeke bêsîleh jî heye.

Serokê HSDê Mezlûm Ebdî jî ji bo Kobanê ev pêşniyar kiribû.
Bêyî vê, li dijî Erdogan û hin birêvebirên dewletê girtina hin tedbîrên cezaî jî heye. Ewê serweta Erdogan û hin kesên din were kontrolkirin û bloqekirin.
Pêşniyareke pir baş e. Hêvî dikim ji Senatoyê derbas be.
Bi texmîna min Lindsey Graham viya bê haya Donald Trump nake.

Gerek koalîsyona navdewletî li esmanê Kurdistana Rojava û Sûriyeyê ji bo firînê herêmeke qedexe îlan bike.

Di 10´ê nîsana 1991'da li Kurdistana Başûr paralêla 36´a hat îlan kirin û bi vî hawî rê li ber êrêşên Îraqê hate yên hewayî hat girtin. Li Kurdistana Rojava jî kanin eynî tiştî bikin.

Senator Chris Van Hollen di hesabê xwe yê X´ê da gotiye:

 ”Êrîşên hêzên bi piştgiriya Tirkiyê talûkeyê ji şirîkên me yên kurdên Sûriyê ra çêdikin û ewlekariya herêmê dixin talûkê û rê li ber micadela bi Daîşê ra digire. Min û Graham îro ji bo cezakirina Tirkiyê pêşniyarek pêşkêşî Senatoyê kir. Heger Tirkiye agirbestê û herêma bêçek qebûl neke dibê em vê pakêta ceza têxin praktîkê.”

 

Senator Chris Van Hollen

Attacks by Turkish-backed forces on our Syrian Kurdish partners undermine regional security & efforts to prevent an ISIS resurgence. Today Sen Graham & I introduced a bill to impose sanctions on Turkey—which we should enact if they do not accept a ceasefire & demilitarized zone.

9:52 PM · Dec 20, 2024

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE