Nûnerê ENKS´ê Ebdulhekîm Beşar ji Rûdawê ra gotiye xwedêgiravî, ”3 şertên ENKS´ê hene: Xwe ji PKK´ê qut bikin. PKK´ê qedexe bikin. Kesên biyanî derxin.”
Ev ”hersê şert” jî
demagojî ye, qal û qîlên redkirina hevakariyê ye.
Lê li gel vê jî serokê HSD´ê Mezlûm Ebdî jî eynî tişt çend caran dubare kir;
got têkiliyeke wan a organîk bi PKK´ê ra tune ye, ji hevalên PKK´ê û şervanên biyanî ra gotine, ji bo alîkariya we ya heta nuha mala we ava be. Lê êdî dibê
hûn ji vir herin.
Yanî HSD, YPG, PYD jî tiştê Ebdulhekîm Beşar gotiye dibêjin û qebûl dikin. Ev yek.
Ya din Ebdulhekîm Beşar çima nabêje gerek Tirkiye ji Kurdistanê vekişe?Çima ji Tirkiyê ra nabêje dibê hûn ji Efrînê, ji Serê Kaniyê, ji Girê Sipî, ji her dera we dagir kiriye vekişin ?
Rejîma Beşar Esed
ketiye, dibê êdî hûn ji welatê me derketin.
Gelo Ebdulhekîm Beşar Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî êdî wek malê tirkiyê
dibîne?
Heger ne wiha ye, çima ji vekişandina Tirkiyê ji Kurdistanê û ji Sûriyê qet
nagire deveê xwe?
Demagojiyeke Ebdulhekîm Beşar ya din jî, gotiye, ” ew ji bo kurdan
federalîzmê dixwazin, lê HSD behsa biratiya gelan dike, ne diyar e ji bo kurdan
çi dixwazin ?”
Ev jî vir û demagojîye. 6 sal in Efrîn hatiye dagirkirin, di bin îdareya
Tirkiyê da ye. Ebdulhekîm Beşar çima federalîzma ji HSD´ê dixwaze ji Tirkiyê
nexwest?
Ebdulhekîm Beşar serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê û Nûnerê ENKS´ê ye, Çima
di van 6 salên borî da federalîzm li Efrînê çênekir?
Tu dev ji federalîzmê berde, ereb û tirkên mitefikên Ebdulhekîm Beşar piştî
Efrîn dagir kirin, 300 hezar kurd ji Efrînê derxistin û hewqas ereb û tirkmen
tê da bi cî kirin. Ji wan ra bi hezaran xanî lê kirin. Mal û milkên kurdan, bax û bexçên wan talan kirin. Ebdulhekîm Beşar nikanî, newêrîbû ji ereb û tirkên hevalên xwe ra bigota çima hûn wiha dikin?
Berî dagirkirinê, nufûsa kurdan li Efrînî ji sedî 93´bû, nuha
di nabêna ji sedî 20-25 e. Yanî tirk û ereban demografiya Efrînê ji kok da
guhertin.
Ebdulhekîm Beşar, ENKS
di nav koalîsyona mixalefetê da bû û li vê dagirkeriya Tirkiyê temaşe kir.
Tirkiyê nehîşt Ebdulhekîm Beşar rojekê here Efrînê.
Merîvekî wiha hîn jî devê wî digere şertan deyne ber HSD´ê û PYDê.
Heger Ebdulhekîm Beşar ne hevalê Tirkiyê û Colanî ye, dibê şertê wî yê pêşî daxwaza vekişîna Tirkiyê ji Efrînê, Serê Kaniyê û herêmên dagir kiriye be. Dibê
ENKS, HSD bi hev ra bixwazin Tirkiyê ji Kurdistanê derkeve.
Çaxa Ebdulhekîm Beşar viya ji Tirkiyê nexwaze dibê meriv jê bipirse: Çima ji
şertê we yek jî ne paşda vekişîna Tirkiyê ji Kurdistana Rojava ye?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar