11 november 2024

Zulma li me dikin kevir û daran dihelîne

Hemşeriyê minê hêja Azad Bariş, di X´ê da qala serpêhatiyeke pir bi êş a keçikek êzdî kiriye.

Çeteyên Daîşê keçik birine Tirkiyê. Ji bo ku keçikê bigrin, teslîmî malbata wê bikin sê sal in rêxistinên êzdiyan, abûqat, parêzvanên mafê mirovan, rojnemevan pir xebitîne, lê dewletê keçik teslîmî wan nekiriye.
Keçik îro (10/11-14) teslîmî qatilên malbata wê kuştibûn kirine. Keçika, zaroka 3 sal in êsîr girtine nedane malbata wê, dane qatilên malbata wê kuştine. Ev çi qanûn e, çi edalet e?

Azad gotiye, ”Sûcê wê, ji bo ku ezîdî ye”. Rast e, ne kurd û êzîdî bûya ev trajedî nedihat serê wê û malbata wê.

Di medyaya sosyal da her roj ez rastî gelek xeberên wiha êş û janê bi dilê min dixin têm. Nizanim qala kîjanê bikim, qala kîjanê nekim?

Dilê me bûye hêlîna kul û derdan. Ji zulmê em fetisîn.

XXX

Serokê Heyeta Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Kurdistanê Fehmî Burhan gotiye, di 7 salên dawî da 600 hezar Ereb li Kerkûkê hatine bicîkirin.

Ne li Kerkûkê tenê, li her bajar û herêmên derî îdareya Kurdistanê, li Dîyalayê, li Mûsilê, li Sîncarê jî eynî tişt kirine. Nuha jî dixwazin serjimêriyê bikin.
Yanî mêrikan li ber çavên serokên kurdan li Kerkûkê, li Kurdistanê ereb zêde kirin, nuha jî dixwazin bi serjimêriyekê Kerkûk jî di nav da, wan deran gişan ji kurdan bigrin.

Sûcdar û berpirsiyarên vê felaketa mezin serokên kurd in, wan ev îmkan dan ereban. Ji dêlî bi hev ra li dijî ereban welatê xwe, miletê xwe biparêzin , bi hev ketin û li dagirkirina welatê xwe temaşe kirin.
Serokên xelkê erd li welatê xwe zêde kirin, serokên me ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî, ji bo parastina kursiyên xwe nîvê welatê xwe pêşkêşî ereban kirin.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye,

”Bi saya Xwedê emê di serdema pêş me da li seranserê sînorên xwe xelekên kêm ên herêma ewle temam bikin.”
Yanî heger kanibin Donald Trump bikirin ewê êrîşeke mezin bibin ser Kurdistana Rojava, kurdên mane jî ji gund, bajar û malên wan derxînin, wê herêmê jî bikin Efrîn. Hedefa wan Kurdistana Rojava nehêlin, kurdan ji wir paqij bikin. Ev jî jenosîda miletekî ye.

Îhtîmala Trump destûrê bide Tirkiyê zêde ye, hêvî dikim kesên dora wî nehêlin bêbextiyeke din bi kurdan ra bike.

XXX

Çira virekan heta sibê vêketî namîne. Serokên Tirkiyê li ser biratiya ”tirk û kurdan” (!)her roj gelek derewan li hev tînin û di eynî wextê da sitran jî li kurdan qedexe kirine.

Piştî konserên Rojdayê, Diljen Ronî û Azad Bedran konserên Xecê jî li sê bajaran qedexekirine.

Zimanê kurdî, muzîka kurdî, kincên kurdî, ala kurd, navê Kurdistanê, welhesilî kelam her tiştê kurdan wan him har dike, him dibizîne, qedandina wan tîne bîra wan. Ew rût in, bêkultur in, lema tehamulî muzîka kurdî ya dewlemend nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE