Li meydaneka Atînayê milet li hev kom bûbû, minaqaşeyeke mezin hebû.
Fîlozofê bi nav û deng Demosthenes derketiye ser kursiyê, dest bi axaftinê
kiriye.
Kesî zêde lê gudarî nekirye, komik, komik li hev kom bûne, bi hev ra peyivîne.
Demosthenes(384 BÎ-322) gotiye, ”ezê ji we ra çîrokekê bibêjim û herim” û dest
bi çîroka xwe kiriye, gotiye:
Çûn li ber bestekê rûniştin. Li wan deran tu dar mar tunebû
li ber siya wê rûnin.
Xwediyê kerê li ber siya kerê rûnişt û dest bi xwarina xwe kir.
Xortê ker kirê kiribû xwe aciz kir, ji xwediyê kerê ra got:
-Ji wir rabe, ezê li ber wê siyê rûnim. Çimkî min ker kirê kiriye, sîya wê jî
ya min e.
Xwediyê kerê îtîraz kir, got:
-Ezê rûnim, çimkî ker a min e.
Xort got:
-Erê ker a te ye, lê min kirê kiriye. Lema sîya wê jî ya min e.
Xwediyê kerê got:
-Min ker bi kirê da te, ne siya wê.
Yek ji wî, yek ji wî, herdu rabûn hev, tepûrep li hev xistin.
Tam di vir da Demosthenes ji ser kursiyê dadikeve, dide rê û diçe. Qîjewîjek dikeve
nava guhdaran, ban dikinê, dibêjin:
-Meçe, çîrokê biqedîne, di dawiyê da çi bû, wiya bibêje!
Demosthenes paş da vedigere, dibêje:
-Min xwest ji we ra qala tiştekî pir muhîm bikim, we li min guhdarî nekir. Nuha
jî hûn sîya kerê meraq dikin. Êdî ez ne fikrê xwe dibêjim, ne jî dibêjim çi hat
serê sîya kerê…
Wiha dibêje û riya xwe didomîne…
Ev çîrok bi kurmancî jî heye, di antolojiya min Hindik Rindik da heye. Dema ew şer dikin ker direve, dihere.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar