Jiyan gelek tiştan fêrî meriv dike, geh meriv poşman dike, dilşa û bexewar dike.
Jiyan wek riyeke dûr û dirêj e, hetanî dawiyê rê meriv rastî gelek tiştên xweş û ne xweşê tê
Carnan meriv ji bo ku ji yekî hez kiriye poşman dibe, carnan jî ji bo ku meriv jê hez nekiriye poşman dibe.
Carnan ji ber ku meriv bi salan qedir daye yekî poşman dibe,
carnan jî ji ber ku meriv qedir nedayê poşman dibe.
Carnan meriv bi heq e, carnan jî meriv neheq e. Wek her tiştî
însan jî wek xwe namîne, diguhere, baş û xerab dibe.
Hin însan carnan wek sêveke teze ye, meriv dixwaze bîn ke,
carnan jî wek sêveke xerabûyî ye, ne tê bînkirin, ne jî tê xwarin.
XXX
Ez ditirsim Donald Trump careke din derbeke mezin li me xîne. Pir zahmet e bibe heval û dilxwazê me.
Yê kanibe tesîrê lê bike Netanyahu
ye, heger ji destê Netanyahu were ewê bixwaze Amerîka ji Sûriyê venekişe û piştgiriya
kurdan bidomîne.
Trump carê berê guh neda Netanyahu, hevaltiya Erdogan tercîh kir. Ez dibêjim vê carê jî ewê wer bike.
Çimkî Erdogan kane gelek tiştan bide şexsê
Trump. Trump ne ew kesê ku bertîlê, rişwetê red bike. Lê tiştekî kurd bidin şexsê
Trump tune ye.
Şansê me tu carî heta dawiyê lênaxe, tim nîvçe dimîne, tim
di nîvê rêda belak tê serê me, em dilikumin, dikevin erdê.
Esas ketin ji nezaniya me ye, lê ji bo ku em xwe sûcdar
nebînin, em hin sebebên din dibînin.
Heger gur kane bi kerî keve sûcdar şivan e, şivan raketiye,
tedbîra xwe baş negirtiye.
Karê guran xwarina pez e, şivan zane hawirdor tije gur in,
dibê tedbîra xwe bigirta.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar