11 november 2024

Ereb dikin Kerkûkê bi serjimêrê jî bikin bajarekî ereban


Bexda di 20-21´ê vê mehê da li Kerkûkê serjimêrê çêdike. Bexdayê çima 9-10 sal berê, dema Kerkûk di bin destê kurdan da bû tiştekî wiha çênekir?

Wê demê nekirin, nuha dikin çim kî demografiya gelek deran li gorî xwe, di lehê xwe da guhertine.

Di van şertan da bi qebûlkirina vê serjimêrê kurd dikin Kerkûkê bi nufûsa xwe jî bikin bajarê ereban.

7 sal in bi sedhezaran ereb li Kerkûkê bi cî kirine û bi sedhezaran kurd derxistine, bi çolan xistine. Gundên wan, erdên wan, xaniyên wan ji wan stendine.

Piştî ku demografîya Kerkûkê, Dîyalayê, Mûsilê, Sincarê û ya herêmên din di lehê xwe da guhertin di 20-21´ê vê mehê da serjimêrê çêdikin. Ji bo ku wan deran bi nufûsa xwe jî bikin bajarên ereban.

Ereb viya dikin ji bo ku mada 140´î pûç bikin, biqulibînin eleyhê kurdan.

Efendim ” Serjimêriya nifûsê ewê kurdbûna navçeyên nakok piştrast bike”.
Ewê çawa piştrast bike?
Di van 6-7 salên dawî da bi sedhezaran ereb li Kerkûkê û li herêmên derî îdareya Kurdistanê bi cî kirine û bi sedhezaran jî kurd mecbûrî koçê kirine. 

Yanî demografiya wan herêman di lehê xwe da guhertine. Lema jî nuha dixwazin serjimêrê çêkin, ji bo ku îspat bikin Kerkûk bi nufûsa xwe jî bajarekî ereba ye.

Û serokên kurdan jî li vê fêlbaziya ereban temaşe dikin, giş bi hev ra li dij dernayên. Ya jî dibê di serjimêrê da erebên hatine wir qebûl nekin û kurdên koçkirine jî werin hesibandin.

Serjimêr di eleyhê ereban da be ereb nakin, miheqeq zanin serjimêr (îstatîstîk) ewê di lehê wan da be, ewê fêdê bigihîne wan lema vê serjimêrê dikin.

Ez bawer nakim bi serjimêrê kurd li karê derkevin. Heger wiha bibe sûcdar serokên kurdan in, partiyên kurd in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE