12 november 2024

Çend metelokên li ser zewacê û jin û mêran

-Piştî pevçûn û devjeniyeke dirêj mêrik bi xanima xwe da qîriya ye, gotiye: ”Dema ez bi te ra zewicîm ez yekî tam xêvik bûme."

Jinikê serê xwe hejandiye, gotiye: ”Erê tu rast dibêjî, ez dildar bûm min ferq nekir.”

-Xortekî ji bavê xwe pirsîye; ”bavo, zewac kane bi çiqasî li ser meriv mal bibe?”
Bavê wî gotiye:

-Lawê min wele ez baş nizanim, lê ez bi xwe hîn jî didim.”


-Di sala pêşî ya zewacê da mêr dipeyive jin guhdarî dike, di sala duduya da jin dipeyive mêr guhdarî dike, di sala sisiya da herdu dipeyivin cîran guhdarî dikin.

-Xort ji kalikê xwe pirsîye: ”Kalo, ma zewac xweş e ?”
Kalo gotiye:
”Xweş e lawê min, çawa ne xweş e, xanima te dibe şirîka derdê te.”
Xort gotiye:
”Baş e, lê derdê min tune ye.”
Kalo serê xwe hejandiye, gotiye:
”Dema tu zewicî derdê te ewê çêbibe…”


-Heger tu azib bî tu yê li her derê jin û mêrên bextewar bibînî.
Heger tu zewicî bî tu yê li her derê azibên bextewar bibînî.

-Berî hûn bizewicin çavên xwe baş vekin. Piştî hûn zewicîn nîvî bigrin.

-Heger zewac deryayeke bi bager be, azibî jî avzêmeke şolî ye.

-Ji mêr û jinikê pirsîn: ”Hewqas sal e hûn çawa zewicî man?
Kal û pîrê bersîv dane, gotine: ”Di wexta me da tiştê dişkiya dihat tahmîrkirin, wek nuha nediavêtin ser sergo.”

-Heger peyayek ji xanima xwe ra deriyê ereba xwe vedike, dibê hûn bawer bikin ya ereba wî nuh e ya jî xanima wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE