01 november 2024

Xwedêgiravî li Tirkiyê îşkence tune ye (!)

 


Pûlisên tirk vêsê girtine ser mala Elî(Alî) Çeven, ew birine emnîyetê. Lê xistine, îşkence pê kirine.

Çend roj berê jî gortin û berdan. Dîyar e emrekî nuh çû ji dozgeran ra. Lema dîsa girtin.

Wek her tim dikin, Elî Çeven jî bi îthama ”propagandeya rêxistina terorîst kiriye” sewqî sawcî kirine.

Elî Çeven, bi parvekirinên xwe, bi axaftin û vîdeoyên xwe dewlet, tirkên irqçî, faşîst nerehet kiriye. 

Ji bo ku rastiyê dibêje, kurdayetîya xwe diparêxe, teslîmî dewleta dagirker nabe dixwazin bi zorbatîyê bêdeng û serkut bikin.


Elî Çeven tu sûc nekiriye, fikrê xwe gotiye, dibê tavilê were berdan.
Îşkenceya lê bûye şermezar û rûreş dikim.

XXX

Kitêba Mele Mûsayê Hekarî "
Durru’l-Mecalis" esereke pir muhîm e. Di nesira kurmancî da esereke tarîxî ye. Ez zimanê wê meraq dikim. Gelo kurmancîya wê çawa ye?

Di van salên dawî da gelek berhemên wiha yên haya kesî jê tunebû hatin çaprkirin. Mala amadekaran û weşanxaneyên çap dikin ava be.

Ezê hewil bidim bi dest xînim.

XXX

Li Stockholmê ba û bahozek mezin heye, meriv di ber bê dihere.

Dara gula me dirêj bûbû, bê vir da, wê da dibir û dianî, dikira ji kok da rakira. Min kin kir.

Baraneke bi zirp jî dibara. Gurrîn û himîna tavan e.

Îro ne roja meriv ji hêlîna xwe derê.

Xwedê kir ez teqawit, xaneşîn im, naçim kar, di hêlîna xwe ya germ da me.

Navê bahozê kirine Bahoza Jakob. Do li Norweçê li gelek deran lehî rabûye, zirareke mezin çêbûye. Jakob nuha jî li Stockholmê xwe nîşan dide. Seferên gelek tirênan hatine betalkirin.

Berpirsiyar dibêjin heger hûn pir ne mecbûr bin dernekevin rêwîtiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE