02 november 2024

Konferansa Dîakurdê serketî derbas bû


Ez nuh ji konferansa Dîakurdê hatim, gihîştim malê.

Konferansê li dora 7 seeta ajot, em hinekî westîyan, lê konferanseke bi ser û ber û bi dûzan bû. 
Di panelan da konferensîyran gelek meseleyên muhîm minaqaşe kirin û bersîvên beşdaran dan

Dîakurdê bi vê konferansê gavake baş avêt, di konferansê da li ser gelek kar, wezîfe û gelşên dîasporayê hat peyivîn.

Program di wexta xwe da qediya, dûra beşdaran bi hev ra şîva êvarî xwarin.

Dîakurdê tiştên baş daye ber xwe, dixwaze dîaspora kurd xurt û çalak bike. Ji bo vê xebata hêja Dîakurdê pîroz dikim, jê ra serketinê dixwazim.

XXX

Îro seet di 12.00 da li Stockholmê konferanseke DÎAKURD´ê heye. ez jî wek mîvan hatime dawetkirin. Bîsteke din ezê bi rêkevim herim konferansê.

Ji Swêd û ji welatên din ewê gelek nas û dost werin konferansê. Bi vê minasebetê em hevdu bibînin.

Mijara esasî ya konferansê, li dîasporayê kurd kanin li dijî neheqiya di Peymana Lozanê da li kurdan bûye çi bikin?

Diakurdê li hemberî Peymana Lozanê û neheqiyên Tirkiye di bin navê Peymana Lozanê da li kurdan dike, li ba Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî gilî li Tirkiyê kiriye. Ev mesele û kurd kanin çi bikin ewê were minaqaşekirin.

XXX

Sibatê ji adarê ra gotiye:

-Xweha mina Adar, bide min sê rojên xedar, ez gîsko ji ser latê bînim xwar.

Gîsk li ser têht dide çindika, dibêje:

-Tir û tir Sibatokê, ez gîham Adarokê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE