Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar nîşan daye ew û dewleta wî dost û dilxwazê miletê kurd e. Gîdoon Saar gotiye:
"Dibê êrişên li ser kurdan bên rawestandin û civaka navneteweyî li hemberî
wan mêrxasan berpirsiyar e.
Em bi hevalên xwe yên hikûmeta Amerîkayê û bi yên welatên
din ra li ser vê yekê dipeyivin.Berpirsiyariya civaka navneteweyî li hemberî wan kesan heye
ku wan bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kirine û li Sûriyeyê faktoreke aramîyê
ne."
Dost û dijmin di rojên teng û giran da xuya dibe.
Gîdoon Saar bi vê beyana xwe nîşan daye ew dilxwaz û dostê miletê kurd e.
Hebûna Kurdistana Rojava, çêbûna Kurdistanê ne ji bo me kurdan tenê, ji bona Îsraîl, Amerîkayê û Ewrûpayê jî baş e, di berjewendîya wan da ye. Li herêmê dewleteke dost û hevalê wan çê dibe.
Wezîra berê ya Îsraîlê Ayelet Shakedê û senatorê Amerîkî yê partiya Cumhûrîyetçî Lindsey Graham jî gotine “Dibê Amerika û Îsraîl piştgiriyê bidin kurdan, nehêlin Tirkiye û çeteyên îslamî, Tehrîr El Şam êrîşî kurdan bikin...”
Gerek Îsraîl û Amerîka nehêle Tirkiye êrîşî kurdan bike. HTŞ, ya jî hêzeke din Tirkiye
nebêje êrîşî kurdan nakin. Yanî talûkeya mezin ne HTŞ û terorîstên din in, Tirkiye ye, dibê
Amerîka û Îsraîl nehêlin Tirkiye bela xwe di kurdan bide.
Hilweşîna hukûmeta Kurdistana Rojava, li Sûriyê têkçûna
kurdan bi qasî kurdan, li zirara Îsraîl, Amerîka û Xerbêye jî.
Heger HSD, PYD têk biçe, îdareya îro li Kurdistana Rojava heye 50 hezar çeteyên
Daîşê yên girtî ewê tevî HTŞ´ê bibin. Evy ek ji bo Îsraîl û Amerîka û Xerbê jî
talûke û belayeke pir mezin e.
XXX
Ya emê bindestiya xwe ya ebedî qebûl bikin, ya jî emê ji bo
azadiya xwe bixebitin, wek miletên cîran li welatê xwe azad bijîn. Ji bo ku ev
yek bi rast bigere dibê siyasetmedar û serokên me gavên aqilane û bi mesûlîyet
bavêjin.
Li Kurdistana Rojava azadiya miletê me hatiye ber derî,
gerek em derî lê vekin.
Seokên me, partiyên me, ronakbîrên me dibê giş bi hev ra li Kurdistana Rojava xwedî derkevin, wê biparêzin, parastina kurdên rojava ji Neteweyên Yekbûyî, ji serokên dinyayê bixwazin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar