10 december 2024

Hêvî dikim Sûriye nebe mesela kefendiz

Ez ditirsim ”şoreşa” Sûriyê bibe mesela kefendiz, ereb bibêjin xwezî Beşar Esed neketa. Sûriye bibe Îran ya jî Afganîstan.

Dibêjin yekî kefndiz hebûye. Îş û karê wî kefendizî bûye. Gava yek dimir bi şev diçû gorra yê mirî vedikir, kefenê wî/wê didizî.
Rojekê berî mirina xwe ban lawê xwe kiriye, jê ra gotiye:

-Lawê min, tu zanî jiyana min bi kefendiziyê derbas bû. Berî mirina xwe ez dixwazim wesîyeta xwe li te bikim. Rica min ji te, tu yê vê wesîyeta min miheqeq bicî bînî. Ji bo ku xelk û alem rahmetê li min bîne.
Lawê wî gotiye baş e û wesiyeta wî jê pirsîye. Kefendiz gotiye:
-Piştî ez mirim tu jî kefendiziyê bike. Lê belê miriyên te kefenên wan dizî, singekî, darikekî jî têxe tabûta(qûna) wan. Wesiyeta min ev e.

Piştî mirina kefendiz, lêwik li gorî temî û wesîyeta bavê xwe, kefendizî kir û singekî biçûk jî xist tabûta(qûna) mirîyan.

Ev ibreta giran tavilê li nav milet belav bû. Milet ji hev ra digot, law heft xwezî bi kefendiz, rahma Xwedê li kefendiz be, qenekê wî tenê kefen didizî, lê ev zalimê nuh rabûye, bi diziya kefen tenê nayê serî, di ser da singekî jî dixe tabûta(qûna) miriyan.

Ez ditirsim erebên Sûriyê, dinya bibêje xwezî bi Esed, ev zalimên hatine heftê qatî jê xerabtir in.
Numûneya vê ya herî berbiçav Şahê Îranê û Xumeynî ye.

Li Sûriyê milet bi ketina Esed pir kêf dike, lê ditirsim kêfa wan di gewriya wan da bimîne. HTŞ Sûriyê bike wek Îranê.

HTŞ tevgereke îslamîyên radîkal e, şecereya serokên wê pir xerab e. El Qaîde ye, el Nusra ye. Yanî serokê Tehrîr el Şamê Ebu Muhammed el-Cevlanî terorîstekî meşûr e, Amerîkayê 10 milyon dolar daye serê wî.

Ez bawer nakim serokên HTŞ´ê xwe biguherînin, azadîyan, demokrasiyê û mafên miletên din qebûl bikin. Heqê kurdan bêyî teşxele û şer bidin.

Wek Îranê, Şah xerab bû, zalim bû, lê rejîma Xumeynî anî dewsa rejîma Şah gelkî xerabtir e. Ez ditirsim li Sûriyê jî eynî tişt bibe. Şerekî din dest pê bike, HTŞ ji Esed xerabtir bike.
Ya muhîm kurd xwe tevî şerê wan nekin û welatê xwe biparêzin.

Wer xuya dike serokên Tehrîr El Şamê (HTŞ)di hukûmeta demkî da ewê cî nedin kurdan. Çimkî Tirkiye viya qebûl nake.

Heger HTŞ di viya da israr bike ji bo kurdan bêyî veqetandinê tu riyeke din namîne.

Ya ewê federasyonê qebûl bikin, ya jî kurd ewê ji wan ra bibêjin bi xatirê we.

XXX

Tirk bela xwe ji kurdan venakin. Bûne mukir û ketine deriyê me, bûne qîr di me gerîyane.

Emê çawa ji vê bela mezin xelas bibin ez nizanim. Zulmeke pir mezin li me dikin !

Kobanê topbaran kirine, du zarok kuştine...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE