Tiştê Tirkiye dike zora zalima ye, roja çend kurdan negirin tuneye.
Gava dewlet ne dewleta meriv be, gava meriv bindest be, ne
ewlekariya canê meriv heye, ne jî ya malê meriv.
Îro dîsa 12 kes girtine. Erdogan û Bahçelî ji me kurdan ra dibêjin em çi navî li
kê dikin, ji kê ra dibêjin terorîst, ji kê ra dibêjin qehreman dibê hûn jî wek
me bibêjin. Kî wek me neke, kî wek me nefikire, kî ji me ra li çepika nexîne
terorîst e, ciyê wî/wê zîndan e.
Law Cengîz Xan jî hewqas sitûrê nekir...
Zorbatiyeke wiha, zulmeke wiha li tu dereke din nehatiye dîtin. Van dîktatoriya Cengîz Xan, Mussolînî, Pînochet jî derbas kirin.
Meriv li ciyê rehetiyê hewqas zulm li xelkê nake. Ji kurdan ra dibêjin em jê kê ra dibêjin terorîst gerek hûn jî bibêjin!
Merivên dinya nedî, merivên cahil gava bibin xwedî dewlet wiha dikin.
Lê hûn jî wek zalimên berî xwe bela xwe bibînin....
XXX
Duriziyên li ser sînorê Sûriyê û Îsraîl(6 gund in) li hev
civiyan e, bi yekdengî gotine jiyana me di talûkê da ye, em naxwazin bi van
terorîstên îslamî ra bijîn, em dixwazin tevî Îsraîl bibin. Em dixwazin hêzên Îsraîl
ji vir neçin, me biparêzin.
Tirsa wan ne bêbingeh e, bi rastî jî jiyana her kesê ne îslamî di talûkê da ye.
Kurd jî di nava van kesan da ne. Pêşniyara wan baş e, dibê Îsraîl wan biparêze.
XXX
Li gorî anketeka ASAL´ê li 26 bajran kiriye piştî ketina
Beşar Esed rayên AKP´ê hinekî zêde bûye, rayên CHP´ê derbas kiriye.
Çavên tirkan li tevayiya Kurdistana Rojava û Sûriyê ye.
Çeteyên Sûriye girtine wek leşkerên xwe dihesibînin. Heta
nuha di piraktîkê da bi rastî jî wisa bûye.
Dibêjin Şam û Heleb û Hema û Himis jî bûn Efrîn.
Lema kêfa tirkan ji dagirkirinê ra pir tê.
Dixwazin Tirkiye tevayiya Kurdistana Başûr jî dagir bike. Ji
wan ra petrol lazim e.
XXX
Serokê MÎT Îbrahîh Kalin û çend giregirên hukûmetê îro çûne
Şamê û li Mizgefta Emewîye jî şovek kirin.
Îbrahîh Kalin bi serokê HTŞ´ê Colanî û bi serokwezîrê nuh Muhammed el-Beşîr ra
jî hevdîtin kiriye.
Colanî û Beşîr, herdu jî di lîsteya terorîstan da ne. Lê Erdogan gewî bûye, guh
nade tiştên wiha. Ew wer bawer dike ew çi bike ewê jê ra bimîne. Ev hesabekî
şaş e, surprîzên dinyayê pir in. Şer hîn neqediya ye, ne dîyar e sibe ewê çi bi
xwe ra bîne.
Tirk wiha ne, zû hol dibin, ji wan wetnê ev hîlebaziya bi Îranê û bi Pûtîn ra
ewê ji wan ra bimîne. Ez bawer nakim Îran û Pûtîn vê fêlbaziya Erdogan jê ra
bihêlin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar