Hukûmeta Erdogan û Bahçelî bi sê hêzan dajo ser kurdan, şerê kurdan dike.
Yek, bi hêza resmî, bi pûlis û leşkerên dewletê, bi sîstema edaletê. Bi
mahkimeyên xwe, kînga dilê wan dixwaze kurdên jê aciz in digrin, dixin hefsê.
Dudu, bi çeteyên MHH´ê kurdan terorîze dikin.
Dema nabe pûlis û leşkeran li hemberî kurdan bi kar bînin,
ji bo girtina wan tu sebeb tunebe çeteyên MHP´ê dixin dewrê, bi wan tiştên
dixwazin didin kirin.
Kurdan tehdît dikin, di medyayê da heqaretên mezin li kurdan dikin, avahiyên
partiyên kurdan dişewitînin.
Hêza sisiya jî çete û qatilên erebên îslamî ye. Erebên Sûrî jî di destê Tirkiyê
da êdî hêzeke antî-kurd e, dema hewce be berra bedena kurdên Kurdistana Rojava
dide.
Hêza dewletê û çeteyên MHP´ê li hundur, li Tirkiyê û li Kurdistana
Bakur bi kar tînin, terorîstên ereb jî li Kurdistana Rojava dajon ser kurdan.
Hefsarê çeteyên îslamî yê gişan di destê artêş û îstîxbarata
Tirkiyê da ye.
Tirkiye hedefê nîşanî wan dide, çete û terorîstên îslamî jî
êrîşî gund û bajarên kurdan dikin.
Qumandar û sponsorê Artêşa Sûriya Azad jî ya HTŞ´ê jî Tirkiye
ye, çeteyên îslamî hemû maşa di destê Tirkiyê da ne.
Lê ev yek ewê wiha dom neke, carnan pêşiya teşxelan xweş e lê dawî reş e.
Amerîka viya zane lê nikane êrîşan rawestîne. Çimkî Tirkiye bi bergerê, bi
dîplomasiyê nasekine, zor lazim e. Dibê tirk zorê, mirinê bibînin ji bo ku bi
tayê razî bin.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê sibe diçe Tirkiyê, hêvî
dikim kanibe van gurên devbixwîn raestîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar