Di praktîkê da Sûriye û Îraq nemaye, herdu jî belav bûne. Bi zor bi hev va dizeliqînin. Lê çi zamq û çîrêzê jî bi kar bînin Sûriye û Îraq careka din nabin dewletên berê.
Kevirên domînoya hilweşînê ji Sûriyê hetanî bi Iraqê û Îranê
dirêj dibe. Ji bo ku li herêmê aramî û îstîkrar çêbibe pêwîstî bi dewletek
kurdî, bi çêbûna Kurdistanê heye.
Amerîkayê, dinyayê ev yek baş fêmkirine. Lê Tirkiye nahêle Kurdistan çêbibe. Heta ev bela berteraf nebe li tu beşekî Kurdistanê azadiya me ne mimkûn e.
XXX
Ji bo meriv bi ser keve, bigihîje mexsed û mirazê dilê xwe
dibê meriv fersendekê nepê, wê bixuliqîne.
Çimkî riya qezenckirinê, biserketinê xebat û baweriya bi
serketinê ye.
Baweriya me bi serketinê heye û ji bo vê jî bi sedhezaran
canfîdayên kurd û Kurdistanê dixebitin.
Lê bêşansiya me dijminê me pir xurt e, pir zalim e û gelkî
jî har e. Bi kerîyan çeteyên îslamî dajon ser miletê kurd.
Bingeha, şertê azadiya me, çêbûna Kurdistanê çêbûye, lê ev
zalimên tirk nahêlin, em perîşan kirine. Ji berê û ber da ye tirkkan nehîştine
Kurdistan çê bibe.
XXX
Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyahu gotiye:
”Yê bi me ra hevkariyê bike ewê qezenc bike, yê êrîşî me
bike ewê wenda bike.”
Rast e, tarîx şahidê vê rastiyê ye. Heta nuha yên şerê Îsraîl
kirine li zirarê derketine.
Heta em kurd jî nebin xwedî dewleteke wek Îsraîl emê tu carî ji êrîşên dagirkeran xelas nebin, tepa faris, ereb û tirkan ewê tu carî ji ser serê me kêm nebe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar