Îhtîmala Sûriye ji hev da bikeve, wek dewleteke serbixwe nemîne, ji ya mayina wê zêdetir e.
Çimkî çete û terorîstên hatine ser hukim ne
merivên kanibin dewletê îdare bikin. Û karên pir xerab dikin.
Tirkiye jî bi hostayî bingeha belavbûna Sûriyê tekûz dike.
Çimkî nêtxerab e, li dû nêçîra xwe ye, dixwaze Kurdistana Rojava û Sûriyê lûp bike, daqultîne.
Jixwe berê jî rez ne tu rez bû, zîpikê jî lêxist tiştê tê
nema, ji kok da tengazer bû.
Sûriye berê jî ne tu dewlet bû, fransizan ji wan ra li hev ragirt. Lê bi ketina
Beşar Esed û desthilata terorîstên îslamî bi carê da ji dewletbûnê derket.
Ehmed Şer (Ebû Mihemed El Colanî), di nav artêşê da rutbeyên bilind dane gelek terorîstên bêxwas.
Di nava wan da 7 heb jî xerîb in. Ji wan yek jî tirkekî bi navê Omer Mehmet Çîftçî (bi navê Muxtar Turkî tê naskirin)
Ev yek îşareta belavbûna Sûriyê ye. Ji kurdan ra baş e. Lê dibê bi tifaq bin û neyên xapandin, neyên lîstika tirkan.
Durziyên Sûriyê daxwaza tevlêbûnê li Îsraîl kirin, gotin em
dixwazin tevî Îsraîl bibin. Îsraîl jî ev yek qebûl kir, nasname da wan û dest
bi çêkirina riyên çûn hatinê kir.
Erebên li ser sînorê Libnanê û Sûriyê jî xwestine tevî Îsraîl bibin. Îsraîl ewê
wan jî bi xwe ve girê bide. Nuseyrî jî ewê bixwazin tevî Îsraîl bibin.
Terorîstên HTŞ´ê di medyaya sosyal da gelek vîdeoyên wahşetê belav kirine.Meriv
nikane lê binêre. Gerek dinya midaxeleyî vê wahşetê bike.
XXX
Akamedmîyenê tirk Doç. Dr. Burak Daricili di telewîzyona
Haberturkê da gotiye,”ez di medyaya sosyal da taqîb dikim, dibînim di nav
ciwanên kurdan da kurdçîtiyeke, faşîtîyeke, nasyonalîzmeke dûrî aqil heye.”
Gava tirkek ji fikir û îdeolojiya ciwanên kurd bitirse, ji
wê şiyarbûnê ra bibêje ”faşîzim”, bizanibe xortên me ji bin tesîra demagojî û
derewên tirkan derketine, derdikevin, dane ser riyeke rast.
Îdeolojiyên tirkan yên rast û çep, biratiya îslamî rê li ber
nasyonalîzma kurdî girtibû, nedihîşt temasa ciwan bi nasyonalîzma kurdî ra çêbibe,
ji wê xida xwe bigirin.
Keç û xortên kurd serkêş û pêşengên hemû tevgerên tirkan bûn.
Lê ev çend sal in ciwanên kurd bi xwe dihesin, didin dû
fikir û ramanên Ehmedê Xanî, dibin nasyonalîstên kurd. Ev yek şiyarbûneke pir
baş be, Lema tirkan ditirsîne. Dibê meriv ê hereketê xurt bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar