Bi hêviya sala 2025´a ji bo gelê me bibe sala serktinê û azadiyê.
Bi vê hêviyê sala we ya nû pîroz be !
Gott nytt år!
Gelî hevalan, tiştê em îro pîroz dikin ne sersal e, ne serê salê ye, SALA NÛ ye. Dinya alem SALA NÛ li hev pîroz dike.
Lê hin kes şahiya sersalê û SALA NÛ tevhev dikin.
Bi her zimanî, bi swêdî, bi almanî, bi îngilîzî, bi tirkî xelk SALA Nû li hev pîroz dike !
Dibê em jî Sala Nû pîroz bikin, ne sersalê !
Hin dibêjin de çi ferq dike, ha sersal, ha sala nû ! Ji dêlî
sala nû meriv kane bibêje ”sesala we pîroz be”!
Na nabe.
Pîrobahiya serê salê û pîrozkirina sala nû di tiştên cihê ne.
Li her welatî şeva serê salê bi kêf û şahî tê pîrozkirin.
Beyan, hêvî û mesajên ji bo sala nû tiştekî din e.
Gava tu dibêjî "sersala te pîroz be", tu şeva serê
salê pîroz dikî, ne sala nû.
Salek diqede, salek nû tê, em wê li hev pîroz dikin, ne şahiya şeva sersalê.
XXX
Berfa me nebarî, nebarî, nuha dest pê kir. Berfê erd kiriye
hêk û berda ye. Ewê heta sibê dom bike.
De ya bixêr. Sala nû bi berfê dest pê kir. Berf ji baranê
başatir e li ber dilê min.
Berf xizna erdê ye.
Hêvî dikim çongekê bibare, em çend rojan jî kêfa berfê
bijîn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar