Dixwazim di vê nivîsa xwe ya pêşî ya sala nû da qala çend tiştên xwe yên şexsî bikim.
Meseleyên din ên siyasî, hêviyên min ên ji sala nû bira bimînin ji nivîseke
din ra. Bira nivîs nebe şorbe.
Li gorî tarîxa nufûsa tirkan dane min îro ez bûm 75 salî. Roj, meh ne rast
e, lê sal rast e. Ez di sala 1950´î da hatime dinyayê.
Bi vê sala nû ra saleka din mezin bûm û salek din ji umrê min kêm bû. Yanî li
zirarê me.
Tesadufeke din jî, îsal 50 salîya zewaca me ye. Di destpêka bihara 1975´a
da em zewicîn û piştî salekê lawikê me Azad hat dinê.
Tesadufeke din jî, ew jî îsal 45 saliya nivîskariya min e.
Yanî 75 saliya umrê min, 50 saliya zewaca min û 45 saliya nivîskariya min îsal
hersê jî gihîştin hev. Bi baweriya min tesadufke xweş e.
Heger li hev were, heger bikanibim dixwazim van hersiyan bi hev ra bi hawakî
pîroz bikim. Ev nêta min heye, lê ezê bikanibim, nikanibim hîn ne dîyar e.
Min sala 1980´î di rojnameya ARMANC´ê da dest bi nivîsandinê kir.
Destpêkê min bi kurmancî, tirkî dinivîsî, dûra min ji bin da dev ji nivîsandina
bi tirkî berda, tenê bi kurmancî nivîsî.
Nivîskariya min netîceya tesadufekê ye. Heger hin bûyerên siyasî ez mecbûrî
revê nekirama, heger cûntaya leşkerî di sala 1980´î da nehata ser hukim, ez
nedihatim Swêd û nedibûm Zinarê Xamoyê îro.
Minê jiyana xwe li Wêranşarê
bidomanda. Belkî bihatama girtin û sax nemama.
Xwedê kir wiha bû. Carnan surprîzên jiyanê baş in, bi fêde ne. Wek nivîskariya
min.
Ez nehatama Swêd ez nedibûm Zinarê Xamo û belkî fêrî nivîsînê jî nebûma, heta
dawiya umrê xwe minê nivîsek jî nenivîsîya.
Di 40 saliya xwe da min çavê xwe berdabû 60 sal umir. Min digot 60 salî bijîm
baş e, têra min dike. Wê demê 60 jiyan bi minumrekî pir xuya dikir.
Dûra min hew nêrî ez 60 salî me. Ez poşman bûm.
Min daxwaza xwe nuh (update)kir; min 10 salên din li 60´î zêde kir. Min got 70
sal min qebûl e. Berê 70 sal umir pir xuya dikir. Nuha êdî kes bi vî umrî qîma
xwe nayne, 70-80 hindik tê dîtin.
Lê 10 sal jî pir zû derbas bû, fena tu çavên xwe bigire û veke, min hew dît ez
bûm 70 salî jî. Ez dîsa poşman bûm.
Di 70 saliya xwe da min careke din daxwaza xwe nuh, update kir, min derxist
90´î. Vê carê min 20 sal lê zêde kir.
Çimkî di extîyariyê da bêxwediyên salan zû derbas dibin. Meriv hîn cî li xwe
xweş nekiriye, hîn hesretek ji dilê xwe dernexistiye hew dibîne salek qediya
jî.
Lema ez ji her 10 salan carê çitayê bilindtir dikim.
Nuha jî çavê min li 90 salîyê ye.
Helbet bi şertê li ser xwe bim, nekevim ber destan.
Dixwazim Kurdistana serbixwe bibînim. Belkî li Kurdistana Rojava berî mirina
xwe wê rojê bibînim.
Di mesela Kurdistana Başûr da pir bêhêvî bûme.
Tiştekî din ê bibêjim nuha nayê bîra min. Hewqas bes e.
Sala we ya nuh pîroz be. Bi hêvîya sala 2025´a ji bo gelê me bibe sala tifaqê û
serketinê, kêf û dilşahiyê.
XXX
Siba we bi xêr, gelî nas, dost, şopîner û hevalên min ê
ezîz!
Me salek li pey xwe hîşt, em ketin saleka nuh. Saleka din ji
umrê me çû.
Hêvî dikim 2025 ji bo we, bibe sala mişt xweşî, şadî û
bextewarî, ji bo miletê me jî bibe sala tifaqê û serketinê.
Min got bi van çend gotinan silavê bidim we, bibêjim siba we
bi xêr.
Do bi şev em giş dereng raketin, gelekên me hîn di xew da
ne. Ez jî hinekî westiyayî û bêxew im. Nuha taqeta min tune ye zêde dirêj
bikim. Bi xêr bîstek din, di nav rojê da ezê nivîsa xwe ya rojane binivîsînim.
Tiştê xweş sala nû bi berfê dest pê kir. Qey ew jî diyariya 2025´a ye.
XXX
Sala nû li min nehat
Pir xerab ketim. Di roja sala nû da min xwe seqet kir.
Li ser piştê bi ser kartonekê da ketim. Kêleka kartonê li
newqa min a çep ket, parsuyên min pir êşiya. Karton pakêt bû, pir sert bû. Nikanim
xwe tevbilibînim.
Lawikê me Serhat bar dike, sibe ewê barke Västeråsê.
Karton li salonê li ser hev in. Min devê torbakî girê dida, paşpê çûm, şimik li
paş min bû, ket bin nigê min û li ser kêlekê bi ketim. Serê kartonekê di newqa
min çepê ra çû, pir êşiya. Hêvî dikim parsuyê min nederizî be. Nikanim rabim û
rûnim.
Sala nû pir xerab dest pê kir, ev ne îşareteke baş e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar