Kurdekî bi navê Zariyê Mezre di X´ê da fikrê min ê li ser biryara Dadgeha Cezayê Navnetewî (ICC)rexne kiriye, gotiye:
”Mamoste, qerar tam di cihê xwe da ye, lê kêm e. Bi min,
skandalên heqîqî va ne:
1. Ê dagirker û terorîst dewleta Îsraîl e. Netenyahu tenê serokê wî dewletê ye.
Yanî berpirsiyar girtina şexsan, xapandin e.
2. Diktator ne tenê Netenyahu ye. Dinyayê de be dehan dîktator hene lê mehkeme seba
wan û dewleta wan qet naşixûle. Ku ne durûtî je û je dil in, bira seba gişt
dîktator û dewletên terorîst û dagirker mehkeme vekin.”
Dixwazim bi çend gotinan bersîva Zariyê Mezre bidim.
Berî her tiştî ew erd bi qasî yê ereba ye, hewqasî jî yê
cihûya ye. Cihû berî ereban xwediyên wî erdî bûn.
23 dewletên ereban hene, qebûl nakin dewleteke cihûyan jî hebe, dixwazin wan
qir bikin.
Li dinyayê jiyana du miletan di talûkê da ye, yek kurd in, yek jî cihû ne.
Li dinyayê misilman li dijî dijî du miletan in, naxxwazin bibin xwedî dewlet;
ew jî kurd û cihû ne.
Nîvê Kurdistanê û herî kêm 10 milyon kurd di bin dagirkeriya du dewletên ereb
da ye.
Tirkiyê bi hezaran filistînî li Efrînê di gund û bajarên kurdan da bicî kirine.
Lê dîsa jî tu bi kêfxweşî, bi serbilindî ala filistîn dikî profîla xwe.
Di nav 450 milyon ereb da yek erebî jî ala Kurdistanê nekiriye profîla xwe û
nake jî.
Lê bi hezaran kurdên wek te ala filistîn kirine profîla xwe hene.
Îsraîl dixwaze Kurdistan çêbe, kurd jî bibin xwedî dewlet. Gelek wezîrên Îsraîl
ev yek gelek caran eşekre gotine.
Cihû ne li dijî azadiya kurdan e, heta nuha min cihûyê
neyartiya kurdan û Kurdistanê dike nedîtiye.
Lê filistîniyê, erebê ne li dijî çêbûna Kurdistanê be tune.
Tu û bi sedhezaran kurd ji bo filistîniyan dijminatiya Îsraîl dikin.
Lê filisîniyekî ji bo kurdan Tirkiyê, Îranê, Îraqê, Sûriyê rexne dike tune ye.
Dînekî filistînî jî ji bo xatirê kurdan neyartiya Tirkiyê nake, ala kurdî nake
profîla xwe.
Li gel vê jî bi milyonan kurd ji bo Hamasê û filistîniyên neyartiya Îsraîl û cihûyan
dikin, dixwazin ereb Îsraîl nehêlin, dewletên xwe bikin 24.
Li Îsraîl bi hezaran cihû ala Kurdistanê li ba dikin, dibêjin bijî Kurdistan!
Filistîniyan li Xezayê heykelê Seddam Husênê qatilê bi hezaran kurdî danîbûn.
Filistînî, Seddam Husên wek qehremanekî xwe dibînin.
Kurd dîsa jî xwe ji bo filistîniyan perçe dikin.
Hemas, Hizbullah û hemû paritiyên filistîniyan jî di nav da, yek serokekî filistînî,
ereb piştgiriya serxwebûna kurdan nake, yek jî naxwaze Kurdistan çêbe.
Ne tenê piştgiriyê nakin, giş dibêjin çêbûna Kurdistanê Îsraîla duduya ye.
Û tu wek kurdekî hîn jî li dijî Îsraîl û Netanyahu piştgiriyê didî wan, ala
filistîn dikî profîla xwe.
Dînekî, renteleyekî filistînî jî ala Kurdistanê nake profîla xwe !
Îslamê, çepîtiyê, tirk û ereban û bindestiya salan gelek kurd bêhiş kirine,
kirine dost, heval û dildarê dagirker û celadên xwe.
Ma Tiştê Tirkiyê û Erdogan li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Kurdistana Bakur û
Rojava kiriye ji yên Îsraîl kêmtir e?
Wek te jî gotiye, dadgeha Cezayê Navnetewî (ICC)çima emrê girtina Erdogan nade?
Çimkî dozgerî mahkimê, heyata mahkimê îslamîst û antîsemît e. Lema ji bo
qetlîam û dîktatorên din çavên xwe digire û biryara girtina Netanyahu digre.
Li Îranê rojê çend kurdan bi darde dikin, milet nikane bîna xwe bigire, kî
dengê xwe dike bi darên sêpiyê ve li ba dikin.
Ev mahkime çima emrê girtina zalimên, celadên Îranê nade. Hamas, Hizbullah,
filistînî dost û mitefikên Tirkiyê û Îranê ne. Dibê ev yek me bide fikirandin.
Dozgerê dadgehê îslamî ye, ji zalim û dîktatorên misilman ra tiştekî nabêje,
dixwaze Netanyahu mahkime bikin.
Kurdê di vî şerî da êrîşî Îsraîl bike şaş dike, êrîşî dostê xwe dike,
piştgiriyê dide dijminê xwe.
Ez ji kirinên Îsraîl ra li çepikan naxînim, dilê min jî bi filistîniyên sivîl
dişewite. Min çend caran nivîsîye jî.
Lê ez bi ereban ra, bi tirkan ra, bi dagirkerên welatê xwe ra dijminatiya
Îsraîl nakim. Bi yamin dibê tu kurd dijminatiya Îsraîl neke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar