Li Kurdistana Bakur berê jin di malan da hatibûn hefskirin, jin nedixebitîn. Çavên wan li destê mêran bû. Ji ber ku nedixebitîn motajî mêran bû. Xebat ji jinan ra şerm dihat dîtin.
Dûra, piştî salên 1970´î jinên xwendin xebitîn, bûn abûqat, tuxtor, mamoste,
hemşîre, filan, bîvan.
Lê nuha rewş hatiye guhertin, jinên qet nexwendine jî dixebitin. Bi karên diki, bi tiştên çêdikin azadiya xwe ya aborî bi dest dixin. Êdî jin jî wek mêran karsaz in, tucar in, esnaf in, bazirgan in.
Dikanê, aşxanê vedike, terzîtiyê dike, xişir
çê dike. Diçe qursê, sinetekî fêr dibe, ji wî sinetê xwe pera qezenc dike, pê
debara xwe dike.
Ji bo civata me, miletê me ev pêşketineke pir baş e, sosyolojiya civatê,
kultura civatê bi pêş dixîne.
XXX
Gava ez dibînim hinekan ji bo kurd û Kurdistanê, ji bo ziman
û tarîxa me karekî baş kiriye kêfa min tê, wan pîroz dikim, pesnê berhema wan
didim.
Lê her kes ne wa ye, hin kes zêde dilreş in, yê ne ji taximê
wan çi karê baş bike jî ji nedî va tên.
Tu carî kar û xebeta yekî/yeka ne ji taximê xwe, yekî/yeka
ne ji fikrê xwe teqdîr nake, ra nabêje baş e.
Ji bo min ya muhîm xebata kiriye, berhema daye miletê xwe;
di fikrê min da ye, ne di fikrê min da ye qet ne muhîm e. Heta qet nas nekim jî
teqdîr û pîroz dikim.
XXX
Çend gotinên li paşiya qamyon û barhilgiran
-Me kes di nîvê rê da nehîşt. Ew bi xwe daketin.
-Ezraîl blof nake.
-Qeder nayê firotin ku ya baş bikirim.
-Dil ji xwe lêdixe. Marîfet di guhertina rîtmê da ye.
-Ne hewce ye tu her tiştî bizanibe. Heddê xwe bizanibe têrê
dike.
-Heywan dema birçî be, însan dema têr be har dibe.
-Di çiyan da rê nas nakim, di otobanê da bi tenê namînim.
-Şaşiya şufêr ax ser digire.
XXX
Nivîskar û lêkolînerê berhemdar, dostê minê hêja Seîd Veroj, sê lêkolînên li ser tarîxa me û çend şexsîyetên li dû xwe şop hîştine diyarî me kiriye. Hersê kitêb jî ji hev girîngtir in.
Gelek sipas ji bo xwediyê Weşanxana Peyvendê, birayê minê ezîz
Xalid Sadînî jî. Ew kitêbên pir baş çap dike.
-Dr. Şukru Mehmet Sekban
-Portreyên şohîştî -II-
-Vanli Memduh Selîm/Memdûh Selîmî wanî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar