Em gelek caran li ser şerê Îsraîl û filistîniyan dikevin gewriya hev, hevdu aciz dikin, carnan jî dilê hev dihêlin.
Bi baweriya min wek ferdên miletekî bindest bêyî dagirkerên welatê xwe û hêzên
girêdayî wan dibê em ne li dijî tu dewletê bin.
Em miletekî bindest in, welatê me hatiye dagikirin, em motajî alîkariya her
dewletê, her kesî ne. Bêyî dewletên dagirker û şûrkêşên wan dibê em dijminatiya
tu kesî nekin.
Ne rast e em ji bona filistîniyan ya jî ji bo miletekî din bela xwe di xelkê bidin, êrîşî Îsraîl, Amerîkayê û dewletên ewrûpî bikin.
Filistînî tenê ji bo xwe dixebitin, piştgiriya tu tevgereke biyanî nakin. Ji bo wê jî ji welatên demokratîk bigire, heta bi dîktatorên herî zalim alîkariya her kesî qebûl dikin. Lema tu carî Tirkiyê, Îranê rexne nakin, çimkî alîkariyê ji wan digrin.
Dibê em kurd jî wer bikin. Ji bo filistîniyan ya jî hêzeke din dijminatiya Amerîkayê, Îsraîl û tu kesî nekin.
XXX
Piştî Mêrdînê, Batmanê, qeyûm danîne ser belediyên Dêrsimê û
Pilûrê jî. Dagirker êdî îradeya milet jî qebûl nakin. Miletê bindest ne xwedî
îradeya xwe ye. Tu ne xwediyê welatê xwe bî, tu nikanî bibî reîsê belediya
welatê xwe jî.
Ji bo ku tu bibî reîsê beledîya bajarê xwe dibê tu ne
bindest bî, tu xwediyê welatê xwe bî. Dibê em ji bindestiyê xelas bibin.
Gelê Dêrsimê li dijî vê zulmê bi egîdî li ber xwe dide, vê
xesba bi zorbatî protesto dike.
XXX
Qeyûmê Batmanê Ekrem Canalp, zarokxaneya bi navê Beybûnê,
pererdeya wê bi kurdî bû daye girtin.
Ji xwe ji bo ku zarokxaneyê bigire, nehêle zarokên me bi
zimanê xwe perwerde bibin bûye qeyûm.
Gerek her kurd wek navê xwe bizanibe hukûmet, dewlet neyarê zimanê me ye. Dixwazin zarokên me zimanê xwe fêr nebin ji bo asîmîlaston zûtir û rehettir bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar