Min di nivîseke xwe da biryara ICC´ê(Mahkima Navnatewî ya Cezayê)rexne kiribû, gotibû biryareka neheq e, antîsemît e.
Yek li dijî vê dîtina min derketiye, gotiye efendim ji 6 hakimên ICC´ê yên
biryara girtina Netanyahu dane yek ji wan yahûdî(cihû) ye.
Yanî xwestiye bibêje gava hakimekî yahûdî biryara girtina Netanyahu dabe biryar
rast e, ne şaş e, ne neheqî ye.
Yahûdiyek neheqiyê li yahûdîyekî nake, hakimekî
yahûdî(cihû) nabe antîsemît !
Li Tirkiyê bi hezaran hakim û sawciyên kurd hene û cezayê, îdamê, muebetê dane kurdan.
Çima yahûdiyekî antîsemît ewê tunebe?
Li Cezaîrê jî bi hezaran ereb bi fransizan ra şerê qewmê xwe kirin.
Li Vîetnamê bi hezaran vîetnamiyên bi emerîkiyan ra birayên xwe dikuştin hebûn.
Yanî kesê ji qewmekî her tim qewmê xwe, merivên ji qewmê xwe naparêze, hin caran bi dijmin ra li dijî qewmê xwe şer dike.
Di nav me kurdan da numûneyên wiha pir in. Berê jî hebûn, nuha jî hene.
Çawa ku bi sedhezaran kurdên bûne neyarên qewmê xwe, bûne rêber
û aqilmendên dijmin, di nav yahûdiyên da jî kesên li dijî hebûna Îsraîl in,
kesên bi devê filistîniyan û ereban Îsraîl rexne dikin, dixwazin Îsraîl tunebe
hene.
Yanî gava hakimekî yahûdî biryara girtina Netanyahu bide, êrîşî Îsraîl bike nayê
maneya biryara daye rast e, ew bi heq e.
Bînbaşî Qasim bûrayê(hevlingê)Şêx Seîd û zavayê Xalid Begê Cibrî bû.
Lê Bînbaşî Qasim ajanê tirkan bû, bi raporên xwe, bi xayintiya xwe serokê
Hereketa Azadî Xalid Beg û Yûsif Ziya Beg û gelek kesên din dan girtin. Xalid
Beg û Yusuf Zîya Beg li Bedlîsê gulebaran kirin.
Bînbaşî Qasim bi vê xiyaneta xwe jî qîma xwe neanî, kalekî
wek Şêx Seîd bi destê xwe girt, teslîmî tirkan kir û da îmdam kirin.
Di mahkimê da jî xiyaneta xwe domand. Şêx Seîd û 46 hevalên wî di 28´ê hezîrana
1925´a da li Amedê îdam kirin.
Ne Bînbaşî Qasim bûya Şêx Seîd û hevalên wî nedihatin girtin, ewê derbasî
Kurdistana Rojhilat bibûna.
Di tarîxa kurdan tu xayinekî bi qasî Bînbaşî Qasim zirar nedaye kurdan. Bînbaşî
Qasim kurd bû, lê ji dijmin bêtir neyarê kurdan, li dijî azadiya kurdan bû.
Suleyman Nazif kurdekî diyarbekrî bû, lê Şêx Abulselam Barzanî li Mûsilê
girt û îdam kir.
Yanî gava hakimekî yahûdî dixwaze Netanyahu were girtin pir ne ecêb e. Xayin di
nav her miletî da hene.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar