26 november 2024

Dîktatorekî wek Elî Xameneyî îdama Netanyahu xwestiye

Hela hûn bala xwe bidin vê sosireta giran, ne kesî din, rêberê îslamî yê Îranê Elî Xameneyî gotiye, biryara girtina Netanyahu baş e, lê têrê nake, dibê Netanyahu û berpirsiyarên Îsraîl giş werin îdamkirin.

Heger ICC (Dadgeha Cezayê Navnetewî)mahkimeyeke bi rastî adil û bêteref bûya, dibê Elî Xameney nuha di binê kilîtê da bûya. Çimkî di dema wî da bi hezaran însan hatine kuştin û îdamkirin.

Elî Xameneyî:
”Di heqê Netanyahu da biryara girtinê hat dayîn, lê ev têrê nake.Hukmê wî îdam e.Divê ji bo pêşengên Îsraîlî yên li ser kar in hemûyan biyara îdamkirinê were dayîn."

Li vê dinyayê şexsê îdam herî bêtir heq kiriye Elî Xameneyî ye. Di vê sedsalê da dibê ev rejîma teokrat îdareya Îranê negirta destê xwe. Vê rejîma meleyên zalim di 45 salan da gelek xwîn rijandiye, bi hezaran însan îdam kirin. 
ICC ji bo serokê vê rejîma zalim, teokrat a Elî Xameneyî yê dîktator biryara girtinê nagire, çimkî dilxwaz û hevalên wî di mahkimê da di piraniyê da ne. Heger ICC bi rastî mahkimeyeke adil, bêteref bûya dibê ji zû da biryara girtina 
Elî Xameneyî dabû ya.

XXX

Yekî nizanibe ewê bibêje li vê dinyayê Netanyahû tenê sûc kiriye, wî tenê zulm li xelkê sivîl kiriye.

Navê gur bi harî derketiye,rûvî dinya xera kiriye.

Tiştê dîktatorê Tirkiyê, Îranê, Sûriyê dikin adet e, ji nedî va tê dîtin. Lê tiştê Netanyahû dike qebhet e.

Dinya wiha ye, kî kanibe bi kê.

Bi sedhezaran kurd ji Efrînê, ji Serêkaniyê, ji Girê Sipî derxistin, malbatên çeteyên Daîşê û filistînî di gund û bajarên kurdan da, di malên kurdan da bi cî kirin hakimên ICC´ê (Mahkima Navnatewî ya Cezayê)emrê girtina kesî nedan, li qetlîam û tehcîrê temaşa kirin.

Xurtên Netanyahu ne. Çimkî mesele îdeolojîk e, siyasî ye, neyartî ye.

XXX

Qeyûmê Batmanê tabeleyên bi kurdî radike. Ev dewlet, ev hukûmet hewqasî neyarekî xedar e tehamulî tabeleyeka kurdî nake.

Mehmet Şîmşekê batmanî jî wezîrê vê hukûmetê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE