26 november 2024

Li Stockholmê 10 saliya rizgarkiriya Kobanê hat pîrozkirin


10 sal di ser têkbirina Daîşê û rizgarkirina Kobanê ra derbas bû.

Rizgarkirina Kobanê ji keriyên wahş û zebanîyan di tarîxa miletê kurd da zafereke pir mezin û tarîxî ye.

Îro li Stockholmê hin parlamenterên swêdî yên dostên kurdan û nûnerê Kurdistana Rojva Şiyar Elî li ser rizgarkirina Kobanê û rewşa nuha semînerek dan.

Berî panel dest pê bike fîlmekî kin yê dema şerê Kobanê hat nîşan dan. Di panelê da him li ser rewşa nuha agahî hat dayin, him jî rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin.

Rojnamevan û nivîskarê swêdî Joakîm Medîn qala çavdêriyên xwe yên deh sal berê kir.

Parlamenterên dostên kurdan, ji partiya Sosyal Demokrat  Olla Moller û ji partiya çep(V) jî  Lotta Johnsson li ser xebatên xwe yên komîta meclîsê agahî dan beşdaran.

Piştî panelê beşdaran hin pirs ji panelîstan kirin.

XXX

Kabîneya Ewlekariya Îsraîl agirbesta bi Libnanê ra qebûl kir. Hibullahê ji xwe berê qebûl kiribû. Herdu serîyan jî zanîbûn dawiya dawî ewê agirbestê îlan bikin û li hev werin. 

Dawiya her herbê, çiqasî dirêj bajo jî agirbest e, aştî ye. Hizbullahê şer xwest, Îsraîl jî ji mecbûrî bersîv dayê.

Lê Hizbullahê di dawiyê da mala Libnanê wêran kir. Ew jî baş basko bû. Derba xwariya giran e, zû bi zû nikane were ser hişê xwe. Hizbullah bûye bela serê Libnanê. Lê derba vê carê giran e, êdî ewê nikanibe wek berê serkutiyê li Libnanê bike.

Şerê Xezayê û Libnanê carek din nîşan da yê zeîf ne Îsraîl e, filistînî ne, ereb in.

Her cara êrîşî Îsraîl kirine tim li zirarê derketine. Lê tu carî jî baqil nabin, ji şaşiyên xwe dersê nagirin. Piştî vê malwêraniya mezin jî qet ne xema Hamasê ye, hîn jî forta dide xwe, pesnê xwe dide.

Îranê mala filistîniyan şewitand, lê ne xema Hamasê û Hizbullahê ye. Hamas gewî bûbû, lê di çavê xwe da dît.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE