Rejîma Beşar Esed hilweşiya. Lê yên hatine dewsa wî ji Esed
pir xerabtir xuya dikin.
Bi îhtîmaleke mezin xelkê, xiristîyan, elewî ewê bibêjin xwezî bi rejîma Esed. Terorîstên îslamî ji nuha da pir êrîşkar, bêtolerans hereket dikin.
Dest bi girtina însanan kirine, tiştên pir metirsîdar
dikin. Xelkê digrin, lînc dikin, însanan wek kûçikan didin ewtandin.
Tiştên di van çend rojan dibin pir ne xweş xuya dike.
Hîn baş ne diyar e ewê sîstemeke çawa bi cî bikin. Xerakirin rehet e, lê avakirin zor e. Şecera serokên HTŞ´ê û terorîstên din pir xerab e, kanin bibin Daîşa duduya.
Wa ye ji nuha da dest bi êrîşên ser elewîyan û xiristîyanan kirine, xelkê digrin, wan wek kûçikan didin ewtandin.
Bi şîara alahûekber gefê li elewîyan, li kesên ne wek xwe dixun. Pir talûke xuya dikin.
Dibê kurd bi
tedbîr bin. Tirkiye dixwaze rejîmeke wek ya Daîşê çêbike, demokrasî, azadî
tunebe û antî-kurd be.
Rejîmeke Kurdistana Rojava ji destê kurdan bigire û tiştê Daîşê anî serê kurdan ew hî dubare bike.
Lema heta destûreke nuh çêdibe, heta statuya kurdan diyar dibe dibê kurd welatê xwe biparêzin û hêzên xwe yên leşkerî belav nekin.
Çeteyên HTŞ´ê û yên din pir talûke xuya dikin, gerek HSD miletê xwe biparêze. Rewşa Sûriyê di demeke nêzîk da çênabe. Kane xerabtir bibe, Sûriye nemîne. Gerek kurd xwe bidin ser hev û xwe baş biparêzin.
Roja kurd bêsîleh bin, nikanibin xwe biparêzin ewê êrîşî kurdan bikin. Jixwe nuha jî ji rast û çep da êrîş dikin. Tirkiyê wezîfe li wan par kiriye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar