25 december 2024

Di Noelê da ez têr masiyê SENAPS Sîll dixum !


Ez her sal di cejna Julê(Noelê)da miheqeq masiyê Senaps Sîll, zeletê silqasor/zeltê dîpsorê(rödbetssallad), hêka kelandî, patat û nanekî taybet dixum. Xulorîkên goşt(
Köttbullar)jî dibê li ber hebe, min vê carê nekirî.

Min nuha xwar, xwe pê kuşt ! Dahmê da boçikê...

Min hewqas ecele kir, min hêka xwe ji bîr kir.
Tu sos wek sosa vî masîyê sîll ne xweş e, ez kanim şûşakê bixum.
Li mala me bêyî min kes naxwe, ne xanim, ne jî zarok devê xwe pê nakin, madê xwe jê digerînin.

Min carê bi zor bi rahmetiya dayika xwe da tahmkirin, madê xwe jê gerand. Belkî çû devê xwe şuşt.

Lê ez muptelayê Senaps Sîll im. Ecêb xweş çêdikin, di devê meriv da dihele, meriv telî xwe pê ra dixwe.


Köttbullar

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE