Ji ber du sebebên esasî di Şerê Cîhanê yê Yekê da Kurdistaneka serbixwe(başûr, bakur û rojava di nav da)çênebû.
Sebebê yekê, ji ber nakokiyên di nabêna serokeşîr û mezinên
wê demê da bû. Serok û mezinên kurdan li hev nekirin, neyartiya hev kirin, eşkere û di bin
ra bûn hevalên tirk û ereban.
Sebebê duduya jî, dîn, biratiya îslamê ya bi tirk û ereban ra bû. Dîn û biratiya bi tirkan û bi ereban ra di ser tifaqa netewî ra û çêbûna Kurdistanê ra dîtin. Ji bo wan hevaltî û piştgiriya tirk û ereban ji çêbûna dewleta kurd muhîmtir bû.
Em nabin hevalê Fransayê,
Îngiltereyê û eqalîyetên ne musilman, emê bi birayên xwe yên tirk û ereb ra
bin.
Yanî tirk û ereban dewlet xwest in, lema çêkirin, kurdan jî dîn û biratiya tirk
û ereban di ser dewleteke kurdî ra dîtin, ji bo wê jî yekîtiya xwe çêkirin, Kurdistana
serbixwe kirin qurbana dîn û biratiya
tirk û ereban.
Li Kurdistana Rojava û Başûr îro jî eynî trajedî dubare dibe.
Dîsa yekîtiyeke netewî tune ye. Dîsa hin kurd bi tirkan ra ne, hinek bi ereban
ra ne, hinek qal û qîlên pelapûçî dikin sebeb û li şerê kurdan û dagirkeran
temaşe dikin.
Sed sal berê, cara pêşî di Şerê Cîhanê yê Yekê da şertên çêbûna dewleteke kurd
çêbû. Dagirkerên welatê me di şer da şikestin, Împaratotiya Osmanî belav bû, ji
bo me kurdan jî îmkana çêbûna dewleteke kurd çêbû.
Lê ji ber ku mezin û serokên kurdan yên wê demê bi qasî yên ereb û tirkan ne
jîr û zane bûn, loma jî miletê xwe wek ereb û tirkan nekirin xwedî dewleteke serbixwe.
Piştî şer qediya, tirkan li Kurdistanê û Tirkiyê çiqas mezin û serokên bîna
kurdperweriyê jê dihat hebûn hemû ya îdam kirin ya jî bi çolan xistin. Kurd bûn
wek artêşek di herbê da têk biçe û bêqumadar bimîne.
Kurd teslîmî ereb û tirkan bû, nasnameya xwe veşartin, hinekan jîji tirsê înkar
kir.
Kurdistan ji merivên miletperwer paqij kirin. Malmezin, serokekî netewî li
Kurdistana Bakur nema, yên man xwe melisandin.
Meriv kane bibêje li Sûriyê, li Tirkiyê, li Kurdistana Bakur û Rojhilat kurd wek
milet êsîr ketin destê hêzên dagirker. Hetanî destpêka salên 1980´î kesî
newêrîbû dengê xwe bikira, li nasnameya xwe xwedî derketa.
Li Kurdistana Rojava û Bakur demografiya Kurdistanê guhertin,
bi sedhezaran ereb û tirk li gund û bajarên kurdan bi cî kirin.
Kurdî qedexe kirin, bi sedhezaran kurd asîmîle bûn, bûn ereb
û tirk.
Ez çîrokê zêde dirêj nekim, di Şerê Cîhanê yê Yekê da ji ber nezanî û bêkêriya
serok û rêberên kurdan, Kurdistan çênebû, kurd man bindest.
Îro cara duduya ye li Kurdistana Rojava şert û îmkana azadbûna miletê me,
çêbûna Kurdistanê, herî kêm çêbûna federasyonê çêbûye û ji bo vê jî gelek
dewletên mezin bi xurtî piştgiriyê didin vê daxwaza me.
Di tarîxa me da piştgiriyeke hewqasî mezin û berfireh ji me ra çênebûye. Ec cara pêşî ye Amerîka, Fransa û gelek dewletên din bi xurtî destegê didin me. Dibê em vê îmkanê pûç nekin.
Tiştê kêm yekîtiya me ye, dostên
me, xêrxwazên me li Rojava ketina nabêna partiyên kurdî, hewil didin wan li hev
bînin, yekîtiya wan çêkin.
Dibê em vê carê jî vê fersendê ji dest xwe nedin. Heger ev fersend jî ji dest me here, heger li Sûriyê ereb cî bidin nigê xwe, çû ji me da, em kortika husuyê xwe bibînin jî em piştgiriyeke wiha û xelasiyê nabînin. Ewê Kurdistana Rojava bi tevayî bikin Efrîn.
Dibê serokên ENKS´ê,
HSD´ê, PYD´ê û hemû partiyên kurdî viya baş bizanibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar