15 december 2024

Tu derew nikane neyartiya hûn bi kurdan ra dikin veşêre

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler gotiye, ”li Rojava û Başûrê Kurdistanê 2939 kes hatine kuştin, hemû endam û hevalên PKK´ê bûne.” Yanî wan hewqas hevalên PKK´ê kuştine.

Mêrik bi kuştina hewqas însanî îftîxar kiriye. Heger ev reqem rast be, di salekê da kuştina hewqas însanî felaketeke mezin e.

Lê ji bo Yaşar Guler kuştina 2939 însanî tenê reqem e.
Li alî din jî mêrik gotiye, ”tu gelşeke me bi xwişk û birayên me yên kurdên Îraqê û Sûriyeyê ra tune ye” (!)
Lawo çawa gelşa we bi kurdan ra tune ye?

We li Başûr û Rojavayê Kurdistanê 2939 kurd kuştine, ma dijminatiyeke ji viya mezintir heye?

We Efrînê, Serê Kaniyê, Girê sipî dagir kiriye, we bi sedhezara kurd ji wan bajaran bi çolan xistine û ereb di malên wan da, di gund û bajarên wan da bi cî kirine, lê dîsa jî ”tu gelşeke we bi xwişk birayên we yên Îraqê û Sûriyê ra tune ye” (!)

Tu yê him bajarên kurdan dagir bikî, him nehêlî kurd li welatê xwe bibin xwedî desthilat, ji îdareya kurdan ra bibêjî ”korîdora terorê”, him jî bibêjî em ne li dijî kurdan e !

Ev ne rast e, hûn dixwazin demografiya Kurdistana Rojava biguherînin, kurdan ji Kurdistana Rojava derxin, jimareke pir hindik bihêlin.

Neyartiya hûn bi kurdan ra dikin bêemsal e, dijminatî, kîn û nefreteke wiha li tu dereke din tun ye.

Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî tu mafê netewî hûn piştgiriya Daîşê, Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ), OSO´yê, piştgiriya herî rêxistina terorîst dikin. Hûn dixwazin bêyî kurdan hemû di hukûmet anuh da cî bigirin, giş xwedî maf bin. Lê ne kurd.

Tu demagojî, tu derew û fêlbazî nikane vê neyartiya hûn bi kurdan ra dikin veşêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE