16 december 2024

Tirkiye dixwaze YPG, PYD xwe fesh bike û kesên serok û berpirsiyar jî mal û welatê xwe biterikînin

Wezîrê karên derve yê Tikriyê Hakan Fîdan di hevpeyvîna xwe ya bi NTV´ê ra gotiye gerek serokên YPG´ê him YPG´ê, PYDê fesf bikin, him jî Kurdistanê, Sûriyê terk bikin.

Yanî ji bo ku Tirkiye Kurdistana Rojava dagir neke dibê Salih Muslim, Mezlûm Ebdî û kadirên YPG´ê, PYD´ê giş malên xwe, welatê xwe biterikînin û bi çolan kevin. Lê negotiye ewê ku da herin?
Mêrik fermaneke wer daye aqilê meriv disekine. Sê şert dane ber PYD´ê û YPG´ê:

”Di merhela pêşî da dibê YPG xwe fesh bike, terorîstên ne ji Sûriyê yên di nav YPG´ê da dibê welêt biterikînin. Kadirên PKK ên ji Tirkiyê, ji Îranê, ji Îraqê, ji Ewrûpayê hatine ji îro pê da dibê ji Sûriyê derkevin.
Di merhela duduya da, hemû kesên di îdareya YPG´ê da, yên sûrîye yî jî dibê Sûriyê biterikînin.
Dûra kadroyên ne PKK yî ne ewê sîlehên xwe deynin û vegerin jiyana normal.
Xewna firotine wan, bi vî hawî ewê bê qeza û bê bela ji alî wan va biqede.”

Hakan Fîdan kurd e, lê wek tê dîtin li hemberî qewmê xwe wek bombeyeke kîn û nefretê ye.
Kîna wî ya ji miletê wî ji kîna Hîtler a ji cihûyan pir mezintir e.

Mêrik hewqasî har û çavsorî bûye gotiye gerek kurdên ji Kurdistana Rojava jî malên xwe, welatê xwe biterikînin û bi çolan kevin !

Ya sitar, çavsoriyeke wiha, teroreke wiha li tu dera dinyayê nehatiye dîtin !
Ez meraq dikim, kurdek çiqasî pîs û bêxîret be jî çawa kane li hemberî miletê xwe hewqasî bêûjdan, zalim be, ji miletê xwe hewqasî nefret bike?

Psîkolog dibê li ser Hakan Fîdan û kurdên wek wî lêkolînê bikin, teza hazir bikin.

Fîdan gelek tiştên din yên derîêqil gotine ne hewce ye ez yeko yeko qala gişan bikin. Ev numûna min da têr nîşandana zorbatiya tirkan dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE