15 december 2024

Dibê em neheqiyê li PYD´ê nekin

Hin kes serok û berpirsiyarên PYD´ê rexne dikin, hinek şîreta li wan dikin, dibêji çima navê we wiha ye, çima hûn serxwebûnê ya jî federasyonê naxwazin?

Her tişt girêdayî qeweta meriv e, tiştê li zirara xwe dibê meriv neke.
Kurd motajî piştgirya der û hundur in. 

Li Kurdistanê kêmatiyên ne kurd dibê bi kurdan ra bin, piştgiriya azadiya kurdan bikin. Ji bo vê jî kurd mecbûr in hin tawîzan didin wan. Ev yek piştgiriya derva jî bi xwe ra tîne.

Ev yek dibe sebebê hêzên mezin piştgiriya kurdan bikin. Heger kurd siyaseteke plûral nemeşînin, heqê miletên ne ji xwe qebûl nekin hêzên mezin alîkariya kurdan nakin.

Li Kurdistanê miletên din jî hene, dibê ew jî xwedî maf bin û bi kurdan ra bin.

Xwezî kurdan kanîbûya bigotana bêyî serxwebûnê em tiştekî dijn qebûl nakin. Xwezî hêza wan têra tiştekî wiha bikira û dinyayê jî piştgirî bida vê daxwaza kurdan.

Lê şert û realîteya îro ji viya ra ne misaîd e. Dibê li Sûriyê kurd statuyeke netewî bidest xînin. Evy ek ewê bingeha serxwebûnê xurt bike.

Kurdên Rojhilatê Kurdistanê mecbûr in tawîzê bidin ereb, asûrî, suryanî, ermenîyan.
Ji bo ku kurdan cî û berpirsiyarî daye miletên din Amerîka, Hêzên Koalîsyonê alîkariya kurdan nedikirin.

Ne li Rojava tenê, li Başûrê Kurdistanê jî kurd eynî siyasetê dimeşînin. Wan jî cî daye kêmatiyên-eqaliyetên Kurdistanê. Ev siyaseteke rast e, dibê kurd wiha bikin.

Serxwebûn helbet heqê me ye, dibê em tu carî dev ji vê daxwaz û hedefa xwe bernedin.
Lê îro şertê bilindkirina şîara, silogana Kurdistana serbixwe tune ye; çimkî dewleta piştgiriya me bike tune ye. Em tenê jî nikanin bi dagirkerên xwe. Dibê em hêdî hêdî bigihîjin wê hedefa xwe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE