14 november 2024

Li ser jiyanê çend gotinên xweş

Hin kesan jiyan xweşik tarîf kirine, li ser jiyanê hin tiştên xweş, hin gotinên meriv dide fikirandin gotine.

Richard Stephen Wilkins jî yekî ji wan kesa ye serê xwe bi gelşên jiyanê ra, bi jiyana însan ra diêşîne. Ez dixwazim ev gotinên xweş bi kurmancî jî hebin. Min 20 gotinên Richard Stephen Wilkins wergerand kurmancî.
Hêvî dikim kêfa we jê ra were.

1-Li rastê, li ruyê erdê hûn nikanin xiznê (gencîneyê) bibînin.

2-Heger paca we qilêrî be hûn nikanin manzara derve xweş bibînin.

3-Heger hûn ji xwe hez nekin hinekên din ji bo çi ewê ji we hez bike?

4-Dê û bavê we  ji bûyina we(ji welidîna we)berpirsiyar in, ne ji jiyana we.

5-Heger hûn ji xwe ra li îstîqmetekê digerin ji kesê riya xwe wenda kiriye nepirse

6-Dostî, gava cihê be însanan bi hev va girê dide.

7-Fedekarî koka kulîlkê ye.

8-Serboriyên xwe(rabirdû) wek kitêbekê bi kar bînin, ne wek mala xwe.

9-Gelek însan beşekî pir ê jiyana xwe ji bo ku xwe bi hawakî din nîşan bidin heba dikin.

10-Li ber pêşketina we astengiya herî mezin bêbaweriya we ya bi we ye.

11-Êşê, li gorî bextewariyê bêtir sitran beste kiriye.

12-Kesên di her hereketa xwe da li bende testîqa hinekên din e gelek xweşiyên jiyanê ji dest didin.

13-Guherîna rastîn dîtina hin tiştên kevn bi hawakî din e.

14-Ken dansa ruh e.

15-Mûcîze, gava hûn enerjiya xwe nedin tirsên xwe, bidin xewnên xwe dest pê dike.

16-Hûn li yê hemberî xwe guhdarî dikin ya jî li bende dora xwe ya axaftinê ne ?

17-Durûtî ji alî xwediyê wê tenê ve nayê dîtin, hinekê din jî dibîne.

18-Jiyana xwe wek tercûbeya pereqezenckirinê bi kar neynin.

19-Zengîniya rastîn dibê meriv wexta xwe bide însanan, ne ku bi pera bifroşe wan.

20-Bêdengîya di nabêna noteyan da muzîgê tîne meydanê

Richard Stephen Wilkins

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE