19 december 2024

Li Sûriyê yên hatin ji yên çûn gelkî xerabtir in

Serokê HTŞ´ê Ebû Muhammed el-Colanî jî di nav da berdevkên hukûmeta Sûrî û serokên mixalefetê gişan dev guhertîne, giş wek berdevkê tirkan dipeyivin, dibêjin, ew tu îdareyeke din qebûl nakin, Kurdistana Rojava beşek ji axa Sûriyê ye, dibê HSD, filan bîvan nemîne.
Li Sûriyê hukûmetek heye, ewê her derê kontrol û îdare bike. Heger kurd sîlehên xwe daneynin şer ewê dom bike.

Yanî mêrikan ji bo kurdan qala tu mafan nakin, devê tivingê nîşan didin. Ewê Sûriyê û Kurdistanê îdare bikin, HSF, kurd ewê tevî pêvajoya siyasî nebin, kurd ewê nebin xwedî tu mafên netewî. Ev xewnene vala ye. Ya kurd ewê bibin şirîkê dewletê, xwedî federasyon, ya jî ewê veqetin...

Tirkiye tevê nebe pûç e, nikanin tu jahrê belav bikin.

Tirkiyê Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kiriye, li wan deran ala tirk li ba dibe, îdareyeke bi tirkî heye, çete ji viya ra tiştekî nabêjin, gefê li kurdan dixun.

Kurdan welatê we dagir nekiriye, kurd welatê xwe, gund û bajarên xwe diparêzin. Hûn mêr in tirkan ji welatê xwe derxin. Wiya nakin, gefê li kurdan dixun.

Wiha dikin çimkî gişên wan leşkerên Tirkiyê ne, lema li gorî daxwaza Tirkiyê dipeyivin.

Heta nuha Amerîkayê şêleke pir baş nîşan daye û vê yekê jî tesîreke baş kiriye. Ne ev piştgiriya Amerîkayê bûya tirkan nuha êrîş kiribû. Amerîkiyan camêrî û mêraniyeke ji texmîna min bêtir nîşan dan. Donald Trump vê piştgiriya Amerîkayê neguhere baş e.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan wa ye dev guhertiye, gotiye efendim li Şamê hukûmeteke nuh heye, ev mesele di serî da gelşeke wan e, dibê ew çareser bikin. Belkî pêwîst neke Tirkiye midaxele bike.
Wer xuya dike Amerîkayê ya serê ço, ya jî devê tivinga mor nîşanî Fîdan daye. Gelek senatorên amerîkî beyanên pir sert dan. Lema Hakan Fîdan top avêtiye ji Şamê da, gotiye wan mesele dewrî HTŞ´ê û çeteyên din kiriye.
Ev îşareteke baş e, belkî bibe destpêka dîyalogê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE