Vêsê(vê sibê) bi şaşî seet û nîvekê zûtir ji xew rabûm. Her sibe seet berî hefta(07.00) ji xew radibim.
Vêsê berî zîla seetê lêxe bi xwe hesîyam, min li seetê nêrî şeş û nîv e. Min got de tişt nabe, ne hewceye zîl lêxîne, ezê çarîkekê zûtir rabim.
Ez rabûm, min kincê xwe li xwe kir. Çûm mitbexê, min qahwa sibê çêkir. Di vê nabênê
da min bala xwe da seeta bi dîwêr va. Min dît seet hîn pênc û nîv e.
Êdî Hasil çûbû Mûsil, min dom kir...
Do bi şev seetekê zûtir raketim, ji dêlî 12.30´î, di 11.30´î da raketim. Vêsê
hevdu birin, ew seeta xewa min a zû şewitî.
Nimêjê nakim, ji bo çi sibê hewqasî zû radibim fêm nakim.
Dema diçûm kar sibê zû radibûm, çimkî gerek seet berî heyşta li wir bûma. Heft
sal e teqawit bûme, lê hîn jî di wê seetê da(berî 07.00)radibim.
Gava ew wext tê ji xew şiyar dibim û nikanim rakevim. Hînbûn wiha ye, meriv
nikane zû bi zû dev jê berde. Bixwazim kanim biguherînim, lê tenêtî û bêdengiya
sibê bi min xweş e.
Xanim pixîna wê ye raketiye. Li salonê ez tenê me. Ne vîçîna çivîkan, ne pêjna însanên diçin û tên deng, pistîn, kirtîn ji tu tiştî, ji tu derê nayê; bêyî dengê tûşên kilawîyeyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar