Dostê minê hêja Rohat Alakom ji me ra dîsa lêkolînek pir girîng kiriye. Hevpeyvîneke Mîr Kamiran Bedirxan a bi rojnamevan, nivîskara swêdî Gîtta Barbro Karabuda ra bi dest xistiye.
Barbro Karabuda hevpeyvîn di sala 1962´a da kiriye û di telewîzyona Swêd da
weşandiye.
Botan Timesê jî hevpeyvîn, ev qeyda tarîxî weşandiye.
Rojnamevan Beşîr Kavak hevpeyvîn ji arşîva Telewîzyona Swêd derxistiye û wergerandiye.
Hevpeyvîn bi fransî ye, Beşîr Kavak camêr kiriye kurmancî. Meriv kane him li hevpeyvînê temaşe bike, him jî bixwîne.Karê Rohat Alakom û Beşîr Kavak kirine pir hêja ye, belgeyeke
pir muhîm ji arşîva telewîzyona Swêd derxistine, pêşkêşî kurdan û lêkolînerên
kurd kirine.
Cara pêşî ye em vê hevpeyîna Kamiran Bedirxan dibînin.
Sipas ji bo Rohat Alakom û Beşîr Kavak ji bo vî karê wan ê
giranbiha.
Gîtta Barbro Karabuda(1935-2017 rojnamevaneka swêdî bû, bi Îsmaîl Guneş Karabudayê tirk ra zewicî bû. Îsmaîl Guneş Karabuda(1933-1918) fotokêş, rojnamevan bû.
XXX
Ji qahra Trump îro bi darên hewşê ketim. Mêwa tirî(erş)û
dara sêvê pir mezin bûbûn, gulîyên herduyan li hev gerîyabûn, bûbûn wek porê
dînan. Ji ber ku herdu nêzî hev in, dara mêwê xwe li dara sêvê gerandibû, ew
fetisandibû.
Min rahîşt meqesê, ez bi herduyan ketim, min herdu jî baş
meqes kirin. Nuha bîna herduyan jî fire bûye.
Çend sal in min dara tirî nebirrî bû, pir li hev gerîya bû.
Nuha baştir bû. Êdî di zefta me da ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar