31 oktober 2022

Du akademîsyenên hêja bi semînera xwe em îhya kirin

 

Dr. Mîkaîl Bulbul û Dr. Hîkmetîn Atli do li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî semînerke pir hêja, pir bi fêde dan. Em gelek tiştên nuh fêr bûn.

Mistefa Aydogan moderatorê semînerê bû. Moderatoriyek mikemel kir. Herdu akademîsyenên hêja, xebatên wan, berhemên wan bi rengekî sîstematîk, pir xweşik bi me da nasîn. Nasandineke mikemel bû.

Dr. Mîkaîl Bulbul li ser Kolleksîyona Aleksander Jaba (1801-1894) û xebatên Mele Mahmûdê Bazidî peyivî.

Çend rêz ji bîranînên min -279-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1992-10-31

Tirkiyê eskerî giran şandiye Kurdistana Başûr. Celal Talabanî êrîşa Tirkiyê protesto kir, got emê hin dewletên dost agahdar bikin. Li gorî îdîayên medya tirk kampên PKKê gişk ketine destên eskerên Tirkiyê. Mesûlên hukûmeta Kurdistanê got balafirên Tirkiyê li hin deran êrîşî pêşmergeyan jî kirine, 14 pêşmerge hatine kuştin, 40 heb jî birîndar in.

Heger ev rast be felaketeke mezin e. Ji ber ku Îraq dengê xwe nake tirk nasekinin, çi ji destên wan were ewê bikin.

Tirkiyê hêzeke mezin, bi panzêr, tank, top ji deriyê Zaxo eşkere derbasî Kurdistana Başûr kir.

30 oktober 2022

Dilpakî û hevalên dilreş

Dibêjin rê ji dila diçe dila. Min jî wer bawer dikir. Lê nuha min fêm kir ev her tim ne rast e. Carnan tu li hember yekî pir dilpak î, lê tu pê dihese dilê wî li hemberî te wek qîra reş e.

Di van çend rojên dawî da sê kesan wek mahrên pir jahrî bi min vedan. Ez him xeyalşikestî bûm, him jî gelkî êşiyam...

Min tu carî bawer nedikir ev hersê kes(lê bi taybetî jî yekî ji wan)li hemberî min ewê hewqaqsî dilreş û bêbext bin û li ciyê rehetiyê wek dûpişkê bi min vedin.

Çend rêz ji bîranînên min -278-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1988-10-30

*Îro Şakirê Miho hat komela me. Me bîstekê sohbet kir. Kêfa min pir jê ra hat, merivekî zana, kibar e. Got ez dixwazim berpirsiyarên partiyên Kurdistana Başûr bibînim. Min got ez wan nas dikim. Ezê bi wan ra têkiliyê deynim ji bo ku hevdu bibînin.

*Husên Yildirim gerek îşev telefonî min bikira ji bo ku em hevdu bibînin, lê telefon nekir. Ew telefon neke ez nakim.

29 oktober 2022

Gerek yekî ev rastî bigota !

Kêfa gelek kesan ji pêşniyara min "herin fûarê, çend kitêban bikirin, bira fêda we bigihîje weşanxaneyan" ra hatiye.

Lema gelek kesan ev twîtta min ecibandine û parve kirine. Diyar e dibê yekî ev tişt bigota. Gotina rast xelk jê ra li çepika dixe.

Hinek dinivîsin, hinek çap dikin, hinek jî gerek bikirin. Heger bikir tunebin çerx nazîvire. Dibê kurd vê rastiyê bizanibin, dibê bi kirîna kitêban alîkriyê bidin weşanxaneyan.
Kitêb neyên firotin kes çap jî nake.

Dema fûar vedibin her kurd kane çend kitêban bikire. Dibê meriv viya wek alîkariyeke kurdperweriyê bibîne, bi vê riyê destegê bide nivîskar û weşanxaneyan.

Çend rêz ji bîranînên min -277-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-29

Piştî danê nîvro ez çûm mala Mele Baharî Koçkaya. Min xwest li ser Fehmiyê Licî  ji bo Armancê pê ra hevpeyvînek  bikim.

Nexwest dîrek bipeyive, got pirsan bide min. Min pirsên xwe danê. Ewê bersîvên wan binivîsîne û dûra bide min.

Min dixwest pê ra sohbet bikim, lê wî pirsên nivîskî tercîh kir. Sohbet bûya ewê baştir ba, pirs pirsê vedike. Lê dîsa jî baş e, meriv li ser Fehmiyê Licî çi binivîse baş e. Belkî jî ev cara pêşîye kurd li ser wî tiştekî dinivîsin.

28 oktober 2022

Roman û şiir

Du roj berê min got şairî ji nivîskariya romanê zortir e, lema gelek kesên bi şiirê dest bi rêwîtî û seruwena edebî dikin piştî demekê dev ji vê rêwîtiyê ber didin, dest bi nivîskariya romanê ya jî çîrokê dikin.

Ji ber ku nivîsîna romanê ya jî çîrokê li gorî şiirê rehettir e. Her kesê bi nivîsê, bi edebîyatê ra hinekî aşîna ye heger bixwaze kane romanê binivîse.

Lê ew kes bixwaze jî nikane bibe şair. Ji bo şairîyê zanebûn, teorî, teknîk tenê têrê nake; dibê ruhê şairiyê bi meriv ra hebe.

Di telewîzyona Swêd da henekek bi Erdogan kir ji karê xwe bû

 


Kristoffer Ahonen Appelquist

Kristoferê swêdî di programeke Xwe da henek bi serokê Tirkiyê Erdogan kir ji karê xwe bû. Wiha here Swêd jî ewê hêdî hêdî bibe Tirkiye.

Komedyenê swêdî Kristoffer Ahonen Appelquist di telewîzyona Swêd da dev ji programa xwe ya mîzahî "Svenska nyheter/xeberên swêdî" berda.

Bi îhtîmaleke mezin li ser daxwaza serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mêrik ji karê wî derxistin. Çimkî Kristoffer 
Ahonen Appelquist di programeka xwe da li ser Erdogan jî hin henek kiribûn.

Çend rêz ji bîranînên min -276-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1999-10-28

Îro eşkere bû bi rastî jî PKK sibe gurûbeke din ji Ewrûpayê dişîne Tirkiyê. Li ser navê gurûbê, yekî bi navê Haydar di civîneke pressê da got em gurûbek sibe diçe Tirkiyê.

Diyar e  29ê cotmehê yanî roja îlankirina cimhûrûyeta Tirkiyê bi zanîn hatiye hilbijartin. Ez wer texmîn dikim.

Di civînê da navên kesên ewê herin û jimara wan eşkere nekir.

27 oktober 2022

Rejîma Îslamî ya Îranê diheje

Îran û Kurdistana Rojhilat dikele, serîhildan, meş û protestoyên xelkê yên li dijî rejîma Îslamî nasekine. Xelk baş li ber xwe dide, êrîşên pasdaran nikane protestoyên xelkê bisekinîne.

Do 40 roja qetilkirina Jîna Amînî bû. Bi hezaran kurd çûn ser gorra Jîna Amînî û rejîma îslamî, qatil protesto kirin.

Ji do da ye hêzên hukûmetê li gelek bajarên Kurdistanê û Îranê ji bo ku protestoyan rawestînin êrîşî xelkê siwîl dikin, sîlehan bi kar tînin.

Çend rêz ji bîranînên min -275-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1992-10-27

Radyoya BBCyê got nûnerên YNKê û PDKê beyan dane, gotine PKK şertên wan hemû qebûl kiriye, ewê ji herêmê derkevin, ewê ji erdê me êrîşî Tirkiyê nekin.

Lê ji şertê Hukûmeta Kurdistanê yek jî dibê A. Ocalan peymana lihevkirinê îmze bike.

26 oktober 2022

Berê yê dixwest bibe edîb bi şiirê dest pê dikir

Berê di nav me da şiir(helbest)populer bû, yên xwedî fantazî, yên dixwestin bibin edîb bi şiirê dest pê dikirin, dixwstin bibin şair.

Lê nuha rewş guherîye, êdî kes zêde xwe nêzî şiirê nake, rexbeta ji şiirê ra pir kêm bûye.

Êdî roman di rewacê da ye. Yê dixwaze bibe edîb bi romanê dest bi nivîskariyê dike.

Çend rêz ji bîranînên min -274-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-10-26

Keçikeka bi navê Leyla Kaplan li Edenê li mudûrxaneya pûlisên Çewîk Qewetê întîxareke bombeyî kir. Di întîxarê da sê pûlis, siwîlek û keçik mirin. Gelek kes jî birîndar bûn. Keçik ji Qiziltepe ye.

Dewlet dixwaze vê întîxarê jî wek ya Dêrsimê ya Zeyneb Kinaciyê biçûk û karê yeka bi problem nîşan bide.

25 oktober 2022

Çavdêriyên xanimê yên rêwîtiya wê

Ev hefteyeke xanim ji ba diya xwe hatiye ji min ra qala serpêhatîyên xwe û tiştên li wir dîtine dike. Çû mehekê li ba diya xwe, xweng û birayên xwe ma.

Ferdên malbata wê gişan gundê xwe terikandine, nifte li deriyên xwe xistine, koçî Antalyayê kirine. Ew jî ji mecbûrî çû Antalyayê ba diya xwe.

Lê ne malbata wê tenê, 50 malên xamoyîyan li Antalyayê çê bûne. Li Qerejdaxê çêre nemaye, kes pez xwedî nake, lema xelk pir feqîr ketiye, giş bûne karkirên tirkan.

Hukûmeta Swêd amadeye her daxwaza Erdogan bîne cî

Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson dixwaze gelek wezîran jî bi xwe ra bibe huzûra Erdogan, ji bo ku ew jî xwe bavêjin dexlê wî, nîşan bidin ku ew di soza xwe da cidî ne, ew li dijî PKKê ne, ewê li Swêd tu carî amanê nedin PKKê.

Wezîrê parastinê yê Swêd Pal Jonson gotiye, ”Helbet divê berê serokwezîr biçe. Lê ez û wezîrê karên derve Tobias Billstrom jî dixwazin herin. Heger çûna me ewê alîkariya bike, em amade ne herin. Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, nezelaliyan ji holê rakin.”

Çend rêz ji bîranînên min -273-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-25

Îro tiştekî pir ecêb hat serê min, min pir fedî kir. Min soz dabû Zîya Avcî saet di 13.00a da me yê li bajêr hevdu bidîta. Berî ez herim ba wî ez dageriyam mixaza Alensê, min ji xwe ra qelemek xweşi kirî. Ez qelemên xwişik, buha hez dikim. Ez çûm qahwexana kekê Zîya Avcî lê bû. Seîd Aydogmuş jî li ba wî bû. Min silav li wan kir û xwe bera ser kursiyê da. Seîd got:
”Ew çi ye di kîsikê te da ye?

24 oktober 2022

Komunîstan li Diyarbekrê ”Dibistana Marksîzmê” vekirin

Hin komunîstên kurd li Diyarbekrê "Dibistana Marksîzmê" vekirine. Dikin Marksîzmê, komunîzmê fêrî kurdan bikin.

Meriv matmayî dimîne, nizane bikene, nizane bigrî !

Navê wê bi kurmancî  kirine, ”Dibistana Marksîst lÎ Amedê”.
Nizanin navê ”dibistana” xwe rast binivîsin, camêran dibistan vekirine. ”LΔ nabe, dibê ”li” be.

Berî ku hûn dibistanê vekin dibê hûn kurdî fêr bibin, bikanibin navê dibistana xwe rast binivîsînin, dûra dibistanê vekin.

Çend rêz ji bîranînên min -272-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-10-24

Şerê YNKê û PDKê berdewam e. Qaşo maşo do tirkan gotin li hev kirine.

Lê radyoya swêdî îro di xeberên xwe da got şer berdewam e. Heta yek baş zora yê din nebe ji hev nagerin.

Meriv nizane bigrî, nizane bikene. Hîn azad nebûne, hîn Kurdistan çênebûye dikin hevdu bixun. Ji dêlî ku destên xwe bidin hev, hêzên xwe bikin yek li dijî dijminê xwe şer bikin, şerê hev dikin.

23 oktober 2022

Hin kurd gava qala Recep Tayyip Erdogan dikin wek ku qala bavê xwe bikin

Kurdên peyayên(zilamên) Recep Tayyip Erdogan, hewqas bi hurmet, gewqas bi nezaket qala Erdogan dikin, tu dibêjî belkî qala bavê xwe, qala kalikê xwe dikin.

Tu dibêjî belkî Erdogan ne dijmin e, ne dagirkerekî welatê wan e. Lema jî pir bi hurmet navê vî neyarê miletê kurd hildidin.

Lê civat jî, kurdên din jî ji vê şelafiya peyayên dijmin aciz nabin, kes nabêje ”law ma ev mêrik dagirkerê welatê we ye, bi milyonan kurd bi çolan nexistine, her roj zarokên we nade kuştin?

Çend rêz ji bîranînên min -271-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-10-23

*Celal Talabanî do li Anqerê bû, bi Tansû Çîllerê û hin kesên din ra peyivî. Li gorî rojname dinivîsînin di mesela rawestandina şerê YNKê û PDKê da li hev kirine.

Yanî dagirkerên welatê wan bûne kevoka aştiyê, ew  li hev anîne.

Meriv ne dîn ya jî kêmaqil be tirkan nake nabênciyê xwe. Bi destê xwe gorra xwe dikolin.

22 oktober 2022

Swêd û Fînlandiya bi Tirkiyê ra bazara kurdan dikin

Swêd û Fînlandiya bi Tirkiyê ra bazara teslîmkirina kurdan dikin. Ewê kanibin kurdan bifroşin Tirkiyê ya na hîn ne xuya ye.

Lê îhtîmala emrê Recep Tayyip Erdogan bi cî bînin pir zêde ye. Swêdî di beyanên xwe da vê sînyalê didin.

Berpirsên fînî û swêdî zû teslîmî Erdogan bûn, feqîran ala sipî zû hildan. Dibêjin teslîm !

Erdogan fêm kiriye pere û zor kevir jî nerm dike. Ji bo wê jî mêrik nikg kutaye erdê, xwe li fînî û swêdiyan soromoro dike, azaran dide wan.

Çend rêz ji bîranînên min -270-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-10-22

Mîrhem Yîgît telefon kir, got me programa bi te ra ji 18ê vê mehê taloqî 3ê meha pêş me kir.
Wek sebeb jî got, ”min pê ra negîhand haziriyeke baş bikim, nivîsên te gişan bixwînim.”
Min nivîsên quncikê xwe Sitriyên Me dabûnê, ji bo ku berî programê bixwîne. Min got bira nivîsan bixwîne û li gorî wê pirsan ji min bike.

21 oktober 2022

Şexsekî har kane dinyayê bike gola xwînê

Golikekî pîsik navê garanekê xera dike. Şexsekî har, zebanî, welatekî perîşan û wêran dike. Dibe sebe sebevê herbeke mezin.

Bala xwe bidin Xumeynî, Erdogan û Pûtîn çi anîne serê welatên xwe dinyayê?
Sê şexsan welatên xwe û dinya kirine gola xwînê, bûne sebebên wêranbûna gelek welatan û kuştina bi sedhezaran însanî.
Bi milyonan însan ji ber terora van zebaniyan bi çol û çepelan ketin.

Çend rêz ji bîranînên min -269-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996-10-21

*Ev çend roj in nivîsandina Hindik-Rindik baş diçe. Ez kanibim her roj wiha bixebitim pr baş e, di demek kin da ewê kitêbe xweşik a mîzahî jê derkeve.
Ez pir bi zimên da dikevim, ji bo ku zimanê wê tekûz be pir li ser disekinim. Dixwazim cumleyên min, sentaksa cumleyan kurmancî be, bîna tirkî, swêdî jê neyê. Carnan meriv bêhemdî xwe wek cumleyên tirkî dinivîse.

20 oktober 2022

Rastî tahl e lê rast e !

Nivîsa min a do(Tirkan şexsîyet bi gelekên me ra nehîştine)li ser ferqa nabêna tirkan û kurdan a ji bo ziman û muzîka wan e. Tirk çiqasî ji zimanê xwe, ji muzîka xwe hez dikin, kurd çiqasî ji zimanê xwe, ji muzîka xwe hez dikin?

Lê kêfa kesî zêde jê ra nehatiye, piraniya kurdan ji mijarên wiha hez nakin, naxwazin meriv qala nebaşiya asîmîlasyonê bike. Gava meriv dibêje bi kurdî bipeyivin, bi tirkî nepeyivin gelek kes aciz dibin.

Çend rêz ji bîranînên min -268-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-20
Ez, Mûrad Ciwan, Nîmet Aydin û Mihemedê Hekarî em çûn Uppsalayê mala Necdet Gundem, me civîna Redaksîyona Armancê li wir çêkir.
Berî em herin, min jimara 65a teslîmî çapxanê kir.
Di civînê da min Mûrad rexne kir. Em herdu jî redaktor in lê nivîsa ew tenê dixwîne, bi tenê biryarê dide kîjan nivîsê çap bibe, kîjan nivîsê çap nebe.
Min got ne Mûrad tenê, ez û wî redaktor in. Dibê ez jî nivîsên Armancê berî çapê bixwînim û raya xwe li ser bibêjim. Heger ezê nivîsan nexwînim ne rast e navê redaktotiyê li ser min be, ezê dev jê berdim, bira Mûrad tenê be.

19 oktober 2022

Tirkan şexsîyet bi gelekên me ra nehîştine

Beqalekî nêzî taxa(mehela)me heye. Xwediyê wê kurdekî ji Kurdistana Rojava, ji Dêrika Hemko bû.
Carnan me riya xwe pê dixist, mêwe û sebze ji ser dikirî. Ev çendake ketiye destê yekî tirk.
Berê min got belkî bûne şirîkên hev, lê îro min fêm kir ketiye destê yekî tirk. Dibê ez riya xwe êdî ji ser qut bikim.

Çaxa di destê yê kurd da bû muzîka wî bi piranî tirkî û erebî bû, çend sitranên kurmancî jî li nav xistibûn lê pir hindik bûn. Tim tingeringa erebeska tirkî bû.

Çend rêz ji bîranînên min -267-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-19

Îro di rojnameya Aftonbladetê da li ser girtina Şêxê(Şêxmûs Cibran) nivîsek heye. Yê nivîs nivîsîye wek min texmîn dikir Eşref Okumûş e. Nivîseke pir baş e. Bi hevala Şêxê ra jî hevpeyvînek hatiye kirin.

Di herdu nivîsan da jî tê gotin Şêxê ji bo ku diya wî wefat kiribû çûye welêt, em ditirsin were kuştin. Keçika hevala wî gotiye, ”rojekê berî girtina xwe telefonî min kir, em peyivîn.”

18 oktober 2022

Newêrin navê welatê xwe bibêjin, navên xwe kirine "ulema" !

Komeleyeke bi navê İttîhadul Ulema (Yekîtiya Aliman) li Diyarbekrê di 15-16ê mehê da civînek çêkir. Komele merkeza wê li Diyarbekrê ye, grûbeke îslamî ye, rêvebir û endamên wê Hizbulahên berê ne, Huda-Par in. Yanî rêxistineke îslamî ya kurda ye.

Civîna li Diyarbekrê vê komelê organîze kir, ev civîna 7a ye çêdikin.
Ji her çar perçên Kurdistanê gelek dîndar, alimên kurd jî beşdarî civînê bûn, di civînê da peyivîn.
Van alimên me yên kurd gelo ji bo miletê xwe çi xwestin, çi gotin ez pir meraq dikim.

Çend rêz ji bîranînên min -266-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-18

Çûm komelê. Mûrad Ciwan rismê Şêxê(Şêxmûs Cibran) da min, ji bo ku bibim bidim rojnameya Aftonbladetê. Min risim bir Aftonbladetê, da rojnamevanekî. Ewê li ser girtina Şêxmûs Cibran xeberekê binivîsînin.

Heger xeberekê li ser binivîsînin xêra Eşref Okumuş e. Ew bi Aftonbladetê ra peyivî. Belkî Eşref bi xwe binivîsîne. Di rojên wiha da mihîmiya kesên wiha xuya dibe.

Di bûyerên wiha da fêda Mahmûd Baksî jî pir digihîje kurdan. Camêr alîkariya her kurdî dike. 

17 oktober 2022

Xanim hat, barek êmîş û kitêb bi xwe ra anîye

Ez ji tenêtiyê xelas bûm. Xanim îro hat. Bîstik berê çûm balafirxanê pêrgî. Nexweş ketiye, xwe bi zor gîhand malê.

Ev meheke ez bi zorê fêrî tenêtiyê bûbûm, nuha carek din ezê paşpaşko vegerim, ji nuh ve xwe fêrî jiyaneke nuh bikim.

Welhasilî kelam jiyan pir kompleks e, meriv ji germê gazina dike, ji sermê gazina dike, ji tenêtiyê gazina dike, ji qelebalixê gazina dike.
Xanim destvala nehatiye, barek şîranî bi xwe ra aniye. Em salekê her roj bixun, dîsa jî hejîr, mişmiş, benî, tû, xurme, mewîj, loqim û îsotên me naqedin.

Çend rêz ji bîranînên min -265-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1992-1017
Me îro civîna redaksîyona Armancê çêkir. Necdet Gundem jî vê carê hat civînê. Ev çend civîn bûn hin mazeret nîşan dida û nedihat civînê. Me nivîsên vê jimarê tespîtkirin, her kesî para xwe girt.

16 oktober 2022

Yên Yusuf Kaplanê neyarê kurdan dawetî civîna xwe kirine ji wî ne baştir in

Nivîskarê rojnameya Yenî Şafakê Yusuf Kaplan, li Diyarbekrê di Civîna Alimên Îslamî da li dijî navê Kurdistanê derketiye, gotiye navê Kurdistanê ji bo me problem e, dibê navê Kurdistanê neyê bikaranîn, bibêjin kurdên Îraqê, Îranê, Sûriyê...

Yusuf Kaplan merivekî neyarê miletê kurd û navê Kurdistanê ye. Her kurdê hinekî şiyar, xwenas vî faşîstê neyarê qewmê kurd û navê Kurdistanê nas dike.

Heger meriv pir ne bêxîret be, ne wek wî be, vî xebîsê nazîstê neyarê miletê kurd û Kurdistanê dawetî civîna xwe, cimata xwe nake, li nazîst û zirzopekî wiha gudarî nake.

Careke din dipirsim: Çi bi xerîteya Kurdistanê ya ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê hat?

Du roj berê min li ser mesela rakirina xerîteya Kurdistanê ji ser deriyê Zanîngeha Zaxo, pirsek ji serokê Zanîngeha Zaxoyê kir. Min got te soz dabû hûnê xerîteyê dîsa li dewsa wê bi cî bikin, gelo we kir ya na?

Berî nuha bi mehekê xerîteya Kurdistana mezin ji ser deriyê Zanîngeha Zaxoyê rakirin, xerîteya başûrê Kurdistanê danîn dewsa wê.
Gelek kes ji vê yekê aciz bûn û rexne kirin.
Serokê Zanîngehê Dr. Nazim Çeqsî got piştî lêkolînê emê xerîteyê dîsa li wir bi cî bikin.

Çend rêz ji bîranînên min -264-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1985-10-16

Di weşana Partiyê Pêşengê jimara 33a da nivîsek bi navê ”Demîrelîn konuşan Turkiyesî” hat weşandin. Di nivîsê da bi ya min hin analîzên çewt hebûn, min nivîs rexne kir. Min du rûpel bi tirkî nivîsî û di 18ê mehê da da Rojvan Yeşîl. Hêvî dikim çap bikin.

XXX
1986-10-16

Min îro di telewîzyona Swêd da li programeke li ser filistîniyan temaşe kir. Di programê d abi çend filistîniyan ra hevpeyvîn çêkirin. Hestên wan yên li ser welêt, welat ji bo wan çi ye ji wan pirsîn. Yekî got:

15 oktober 2022

Hetanî em kurd azad nebin tirk jî ewê tim perîşan û feqîrên ber deriyên ewrûpiyan bin

Tirkiye êdî ne ji bo me kurdan tenê, ji bo tirkan jî bûye zindan û cahnimeyeke rastîn. Teror û zilma xwe ji kurdan dan destpêkirin, lê dûra dor hat ser tirkan jî. Nuha tirkan jî qaje qaja wan e, qefle bi qefle ji Tirkiyê direvin.

Heta kurd negihîjin azadiya xwe tirk jî ewê tu carî ruyê rehetiyê nebînin. Ewê jî tim wiha birçî û perîşan bin, feqîr û parsekên li ber deriyên ewrûpiyan bin.

Çend rêz ji bîranînên min -263-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1996.10-15

*Min wê rojê nivîsek li ser kemanjenê bi nav û deng Nîccolo Paganînî wergerand kurmancî. Nivîs programeke radyoyê bû.

Min îşev ji nivîskara wê nivîsê ra nameyek sipasiyê nivîsî. Sibe ezê bi kopyeke wergera kurmancî jê ra bişînim.

14 oktober 2022

Ji serokê Zanîngeha Zaxoyê dipirsim: Mesela xerîteya Kurdistanê çi bû?


Berî nuha bi mehekê xerîteya Kurdistana mezin ji ser deriyê
Zanîngeha Zaxoyê rakiribûn, xerîteya başûrê Kurdistanê danîbûn dewsa wê.

Dema ev yek hati bihîsitin gelek kes bi vê guhertinê aciz bûn, di medyaya sosyal da serok û berpirsiyarên Zanîngeha Zaxoyê rexne kirin.

Ez jî yekî ji wan kesan bûm, min di bloga xwe ”Hindik-Rindik” da nivîsek jî li ser vê meselê nivîsî.

Piştî mesele hat bihîstin û rexne zêde bûn, serokê Zanîngehê Dr. Nazim Ceqsî got:

Çend rêz ji bîranînên min -262-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1999-10-14

Wezîrê Dewletê(parlameneterê ANAPê ye) yê berpirsiyarê têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê û mafên însanî M.Alî Îrtemçelîk îro bi gelek şexsîyet û berpirsiyarên rêxistên sivîl ra li ser problemên mafên însanî civînek çêkir.

Gelek komele, rêxistinên civakî, demokratîk, sivîl beşdarî civînê bûn.

13 oktober 2022

Letîf Reşîdê bû serokê Îraqê

Letîf Reşîd bi 162 rayan bû serokê Îraqê. Berhem Salih 99 ray girtin û qezenc nekir, ji serokkomariyê ket.

Hilbijartina serokê Îraqê ya îro tam bûye wek porê dînan, meriv nizane kî havalê kê ye ?

Min digot belkî Berhem Salih namzetê YNKê ye û Letîf Reşîd jî yê cepheya PDKê ye. Rûdawê jî got Berhem Salih namzetê YNKê ye. 

Ji bo wê jî min germ germ nivîsek* li ser vê dubendiya PDKê û YNkê nivîsî, min PDK û YNK ji ber bêtifaqiyê, ji bo ku li hev nekirine rexne kir.

Îro bi hebûna Dem&Pirtûkê hesiyam

Gelek dezgehên kurdan hene haya min jê tune ye. Înternetê dinya biçûk kiriye, meriv tiştan rehet dibihîze, ev rast e.

Lê ji ber ku tişt pir in wext têrê nake. Hin tiştan meriv pir dereng dibihîze.

Ez îro di twîtteka Mistefa Acar da bi hebûna ”Dem&Pirtûk”ê hesiyam û bûm şopînerê wê.

Haya min ji "Pirtukakurdî" heye, ez xwediyê wê nas dikim, lê haya min ji hebûna "Dem&Pirtûk"ê tunebû.

Kêfa Mistefa ji vê agahiya min ra hatiye, gotiye belkî te hin kitêb jî temî kirin?

Çend rêz ji bîranînên min -261-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-13
Li zarokxana keçika me li ser kurdan û Kurdistanê panoyek înformasyonê hazir kiribûn.

Min alî wan kir, li ser kurdan û Kurdistanê hin agahî û risim dan wan. Ji bo ku zarokên din di heqê kurdan û Kurdistanê da hin tiştan fêr bibin, welatê hevala xwe nas bikin.
Panoyeke pir xweşik çêkiribûn.

12 oktober 2022

Sedsala 21ê xerab dest pê kir

Sal bi sal xwezî bi par. Îsal ji me kurdna ra pir xerab hat, Çar dewletên dagirker wek ggurên har çarhawêlî me girtine, bi xezebeke giran dajon ser me.

Me got belkî sedsala 21ê bibe sedsala azadî û serxwebûna me, lê texmîna me şaş derket. Bi kêmanî destpêk xerab e. Hêvî dikim baştir bibe.

Êdî ne yek, çar dewlet di eynî demê da, carnan jî bi hev ra wek gurên har xarî me dikin.

Tirkiye, Daîş, Heşda Şabî, Sûrî, ne bes bû, Îran jî li wan zêde bû. Li gorî xeberên ajansên dinyayê  pasdarên rejîma Îslamî li Kurdistanê bi rengekî hovana êrîşê dibe ser kurdan, xelkê siwîl bi xedarî gulebaran dikin.

Çend rêz ji bîranînên min -260-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1992-10-12

Ji bo rawestandina şerê di nabêna PKKê û cepheya kurdên başûr da komîteyek hatiye çêkirin.

Li gorî agahdariya Teha Berwarî, li ser daxwaza serokê Meclîsa Kurdistanê û serokê hukûmetê bi hin hêzan ra civînek hatiye çêkirin. Hêzên beşdarî civînê bûne ev in:

-Yekbûn, Hevgirtin, PDK, Kawa, Vejîn, KUK, PDK-Îran û çend hêzên Kurdistana Başûr.

11 oktober 2022

Xweşî û zahmetiyên tenêtiyê

Tenêtî carnan tercîh e, carnan qeder e, carnan jî mecbûrîyeteke demkî ye. Wek xewnekê ye, tê û dihere.

Tenêtiya min mecbûrîyeteke demkî ye. Rojên bi jimar zû diqedin. Pir çû, hindik ma.
Însan mexlûqekî pir jêhatî ye, xwe zû întîbaqî şertan dike. Zû xwe diguherîne.
Ev tiştekî baş e.
Ev sê hefte ne ez bi tenê me.
Du sê rojên pêşî zor bû, lê dûra fêr bûm.
Ez berê jî gelek caran bi tenê mame, him jî carnan bi salan.
Lê wext di ser ra derbûs bûye, meriv dibe tiştekî din.

Çend rêz ji bîranînên min -259-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1996-10-11

*Îro danê êvarî ji kar derketim çûm studyoya MD TVê, ba Mîrhem Yîgît. Wî xwestibû em carê hevdu bibînin. Me hinekî sohbet kir. Xwest ez beşdarî programeke li ser rexnegiriyê bibim. Min pêşniyara wî qebûl kir. Got heta dawiya vê mehê emê programê çêkin.

10 oktober 2022

Gerek felaketeke mezin were serê van tirkên faşîst û har

Berpirsiyarên Tirkiyê har bûne, Kurdistan li me kirine dojeh. Bi perçê dagirkirine êdî qîma xwe naynin.

Li rojava û başûrê Kurdistanê jî bi sedan şargeh û qereqolên eskerî avakirine, dixwazin başûr û rojavayê Kurdistanê jî bigrin. Jixwe qismek girtine jî.

Har û çavsorî bûne, bela xwe di yûnanan, di êrmeniyan jî didin. Tiliya xwe xistin nav Lîbyayê, Somalîyê, Yêmenê jî.

Yanî bûne gurên har, dibêjin zor pere dike, lema jî em kanibin bi kê emê lêxin, welatê wan dagir bikin.

Çend rêz ji bîranînên min -258-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1992-10-10
Li Kurdistana Îraqê Şerê PKK û hêzên kurdên başûr îro jî dom kir. Celal Talabanî îro li Hewlêrê bi rojnamevan ra civînek çêkir. Di civînê da got:

09 oktober 2022

Îro çûm nêçîra kakivîlkan


Cîranekî min ê swêdî heye, nabêna min û wî pir baş e.

Merivekî pir orjînal e. Her kar ji deta tê. Gava serê min dikeve tengasiyê ban dikimê.

Nuh teqawit bûye, vala ye, dihere li daristanê digere, kakivîlkan (kivarakan) top dike.

Du roj berê torbak di dest da di ber deriyê min ra derbas bû, min got ew çi ye?

Got kakivîlk in, daristan tije ye.

Serpêhatiya min û bîrayê

Do piştî civîna  nivîskar, lêkolîner Keremê Serhedî ez hevalê xwe yê ezîz Qutbedîn Aliş dageriyan aşxaneyeka nêzî wir.

Me got ji me ra tim wa lê nayê, emê bîrayeka xwe ya cemidî vexun, bîstekê sohbet bikin, dûra emê herin malikên xwe.

Min digot belkî emê bîrakê tenê vexun. Lê yek bû dudu, dudu bû sisê. Qutbedîn got yeka din jî, ez teslîm bûm, min ala sipî hilda, min got bes. Jixwe nabêna min û bîrayê tune ye.

Lê yê Qutbedîn ne xema wî bû, belkî kanîbû duduyên din jî vexwara.

Emê welatê xwe azad bikin lê jê ra xebat û tifaq lazim e

Bi gilî û gazinan, bi girî û hustuxwarkirinê em ji bindestiya tirkan xelas nabin, azadî û serxwebûna xwe bi dest naxin. Xebat lazim e, fedekarî û berdewamiya micadelê lazim e.

Îcadên herî dûrî aqil, serketinên herî mezin bi ezm û xebatê bûne.

Xurtiya dijmin a îro dibê me bêhêvî neke, tu tiştek ne ebedî ye. Împaratoriya Romayê çû, ya Osmanî çû, Qeyserê Rûsyayê, Şahê Îranê çûn, Hîtler çû. Ewê jî herin, dibê şika me ji viya tune be. Lê bi xwe naçin, dibê em bixebitin, zorê bidinê, lê bijdînin, li ser sist nekin.

Çend rêz ji bîranînên min -257-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-10-09

Ez çûm mala Malmîsanij, me bi hev ra nivîsên Armancê xwendin, rast kirin.
Em hetanî derengê şevê li ser xebitîn.
Di vegerê da otoboza şevê tune bû, problemek hebû. Ji mecbûrî ez paş da vegeriyam mala wî, bi şev li wir raketim.

08 oktober 2022

Keremê Serhedî îro li Stockholmê bû


Nivîskar, lêkolêner Keremê Serhedî îro li Stockholmê Kitêbxaneya Kurdî li ser Serîhildana Şêx Seîd û Îdrîsê Bedlîsî semînerek da. Gelek kurd hatibûn.

Keremê Serhedî di beşê semînerê yê pêşî da bi belge û dokument bi kinî qala sebeb û faktorên Serîhildana Şêx Seîd û Îxaneta Bînbaşî Qasim(Kasim Ataç) kir.

Di beşê duda yê semînera xwe da jî li ser dagirkirina Kurdistanê ji alî Osmaniyan ve sekinî û di vî warî da qala tesîr û rola Îdrîsê Betlîsî kir.

07 oktober 2022

Dibê girtiyên siyasî giş werin berdan !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan du kurdên nexweşên giran in ”efû” kirine. 30 sal e êsîr ketine destê dewleta tirkan, herdu jî nexweşên pir giran in, efendî mezinatî kiriye, ew ”efû” kirine.

Azadbûna wan helbet meriv pir kêfxweş dike, çavên malbatên wan ronî be.

Lê dibê neyê jibîrkirin bi sedan nexweşên wek wan di zindanên wan da li ber mirinê ne. Bi hezaran însan 20, 30 sal e di hefsan da ne.

Tiştê Tirkiye tîne serê kurdan ji terorîzmê xerabtir e

Her ku karê serok û berpirsiyarên Tirkiyê baş naçe, her ku çerx û dolaba wan a hîle û firildaqan baş nagere, her ku îtîbara wan li dinyayê tê qurişekî, kes naxwaze silavê bide wan êrîşî kurdan dikin, heyfa xwe ji kurdan digrin.

Bêîtîbar dibin êrîşî me dikin.
Birçî dibin êrîşî me dikin.
Topê davêjin êrîşî me dikin.
Xelk wan pîs dike êrîşî me dikin.
Rezîl bûne, gurrî bûne, kurmî û kotî bûne xwe di dîwarê me kurdan didin.
Çavên wan me dibirre, çimkî kanin bi me. Lema gav û saetê pê li serê me dikin.

Çend rêz ji bîranînên min -256-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1992-10-07

Li gorî xeberên rojnaman, radyo û telewîzyonê şerê PKKê û hêzên kurdên başûr îro jî dom kiriye. Dibêjin şer ji sînorê Sûriyê bigire, hetanî ser sînorê Îranê dom dike.
Mesûd Barzanî di beyana xwe da got:

”Çi ji destê me hat me kir, lê me nikanîbû ew îqna bikirana. Bêyî midaxeleyeke eskerî tu riyeke din li ber me nema.”

06 oktober 2022

Îcada tirkan a herî mezin dew e !

Tirk wek milet ne xwedî tu medenîyet in, tu îcat û keşfên wan tune ne, ji însanîyetê ra di tu warî da tu eserek nexuliqandine, tu keşfeke wan tune ye.

Lê dîsa jî dibê meriv heqaê wan nexwe, Ezîz Nesîn qala îcadeke tirkan ya herî mezin kiriye, gotiye:

”Îcada me tirkan ya herî mezin dew e. Me av tev mêst kir, dew îcad kir”.

Yanî av tevî mêst kirine, li hev xistine, bala xwe danê rohn bûye, nav kirine ”ayran”.
Ev jî bûye îcada tirkan ya herî mezin.

Çend rêz ji bîranînên min -255-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1992-10-06

*Muzafer Ûzun ji min ra got li xeberên swêdî gudarî kiriye, di xeberan gotine pûlisên alman du kesên lubnanî girtine, pûlis gotiye ew qatilên Dr. Sadiq Şerefkendî ne.

Bi wan ra gelek pere û huwîyetên sexte girtine. Li gorî beyana pûlis şopa tiliyên yekî li ser dabançeya di kuştina Sadiq Şerefkendî da hatiye bikaranîn tespît kirine.

05 oktober 2022

Henekekê Erdogan dîn kiriye

 

Ji ber ku telewîzyona Swêd îniya borî di programeke hicîwî(satîrî, tinazî, henekî)da henek bi serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, Erdogan pir hêrs bûye.

Wezareta karên derve ya Tirkiye îro ban konsulê Swêd yê Tirkiyê Staffan Herrstrom kiriye, Swêd protesto kiriye.

Tirk nikanin fêm bikin meriv çawa kane li ser serokê Tirkiyê yê birêz û pir bi qîmet Recep Tayyip Erdogan programeke wiha çêbike ?
Ev ne karê aqil e. Tiştekî wiha nayê qebûl kirin.

Dibê meriv nebe bikirên programên bi tirkî

Di demek kin da dinya pir guherî. Gelek wasiteyên, amûrên ragîhandinê çêbûne. Medyaya sosyal pir belav bûye, gelek kes bi kar tînin.
Hin kurd di You Tube gelek programên bi tirkî çêdikin. Belkî hin platformên din jî hene ez nizanim.
Ez qet li van platform û prpgramên bi tirkî temaşe nakim. Ez tu carî nabim mişteriyê tirkiya wan û asîmîlasyonê.

Çend rêz ji bîranînên min -254-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1996-10-05

Çûm semînera Emîr Hesen Pûr. Semîner li ser rojnamevaniyê ya jî li ser komînîkasyonê û rola wê bû. Semîner awî baş bû, înformatîf bû. Merivekî zana ye.

Lê zanînên wî yên li ser bakurdê Kurdistanê pir kêm bû. Lema jî di hin analîzên xwe da digihîşt netîceyên şaş.

04 oktober 2022

Tu şiklekî micadelê ne pîroz e

Li hemberî zulm, teror û dagirkerîya Tirkiyê her şiklê xebatê, her babetê micadelê û her şer meşrû ye.

Lê dibê em xebata, micadeleya, şerê ji karê bêtir zirarê dide me nekin.

Gava însan bizanibe bi şer nikane zora dijminê xwe bibe, şer li zirara meriv e, meriv şer nake, riyeke din diceribîne.

Ferqa kurdê baş û xerab

Welatperwerî, kurdperwerî, li kurdayetiya xwe xwedîderketin, bûye karê merivên bi şexsîyet, merivên baş, bi xîret. Ji tirsa dewletê, ya jî ji bo menfaetê eslê xwe înkar nakin, ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez dikin, diparêzin.

Yên bêşexsîyet, yên pîs xwe ji kurdayetiyê dûr dixînin, kurdbûna xwe vedişêrin, şelafiyê ji tirkan ra dikin.

Çend rêz ji bîranînên min -253-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-04

Ez bi Cemşîd Heyderî peyivîm, min jê rica kir, ji bo ku ji Kerîmê Husamî ra bibêje bira pêşgotineke nuh ji kitêba xwe ra binivîsîne.  
Pêşgotina kitêbê li komelê wenda bûye, em digerin, nagerin nabînin. Qey hevalên dinivîsin bi şaşî avêtine.
Mûrad Ciwan xwest ez bi kekê Kerîm ra bipeyivim, bibêjim bira pêşgotineke nuh binivîsîne.
Lê ez fikirîm Çemşîd pê ra bipeyive baştir e, ew pir dostên hev in. Mêrik biqehere heqê wî ye. Meriv pêşgotina kitêba xelkê wenda nake.

03 oktober 2022

Tarîxa di dîwaran da

Di telewîzyona Swêd kana 1ê da programeke bi navê ”Det sitter i väggarna” heye. Min nuha lê temaş kir. Ez her hefte lê temaşe dikim.

Tercumeya navê programê hinekî zor e, teqrîben tê maneya tarîxa di dîwaran da ya jî tarîxa dîwaran. 
Bi îngilîzî "it sits in the walls."e
Program li ser tarîxa xaniyan û çîroka xwediyên wan e.
Kesên xaniyên kev kirîne dixwazin tarîxa xênî bizanibin. Xanî kînga lê bûye û hetanî nuha çend dest guhertiye, yên tê da mane kî bû ne?
Lêkolînerê bi navê Rickard Thunér(yekî entîkaciye) bi sebreke mezin, bi hûrgulî bi dû tarîxa xênî dikeve.

Kurdistan di Xerîteya Încîlê da

 

Lawê min Azad, ji sehafekî Încîlek kevn kiriye. Çapa pêşî di sala 1860î da çap bûye. Keşeyekî swêdî bi navê Peter Fjellsted  weşandiye. Sê cild in, bi meal in, yanî bi mane, bi îzah in.
Di cilda 1ê da xerîteyeke Încîlê(Bîblîa) heye. Navê wê ”Xerîteya Încîlê” ye.
Di vê Xerîteya Încîlê da Kurdistan jî heye.
Ev Încîl tercumeyî îngilîzî jî bûye.

02 oktober 2022

Ji bo ku serê meriv nekeve teşxelê merivê newêre devê xwe veke

Hin partiyên kurd carnan hin karên pir bêmane, bêfêde û hinekî jî beradayî dikin.

Tiştê dikin, pêşek pere lê xerc dikin, lê ne ji wan ra, ne jî ji miletê kurd ra tu kar û fêdeyeke wan karan tuneye.

Hin însan tên ba hev, çend rojan dikin leqleq, bi hev ra çend risman digrin, di medyaya sosyal da belav dikin, mesele diqede.

Ê dawî, ji bo çi ye, ne diyar e.

Çend rêz ji bîranînên min -252-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-02
Nivîsên Armancê yên li ba min, min giş xwendin, rast kirin û birin danîn komelê.
Min pêşgotina kitêba Kerîmê Husamî nedît. Bi îhtîmaleke mezin wenda bûye. Heger wisa be pir xerab e. Min ji Mûrad Ciwan ra got, pir qeherî. Hêvî dikim wenda nebûbe, ketibe derekê.

01 oktober 2022

Lorandineke şiirî ji dilekî xembar

 

Îro bi hezaran kurd li Stockholmê li piya bûn, li civîn û protestoyan bûn.

Sorîn Masîfî xanima şaira hêja saet di 13a da li Kitêbxaneya Kurdî kitêba xwe(dewlet, xweh, şiir) da naîsîn. Berê ez çûm min ki wê gudarî kir.

Xanima hêja kitêba xwe berê ji min ra îmze kiribû û xistibû çentê xwe. Ji ber vê qedirşînasiya wê ez pir dilşa bûm.

Cara pêşîye kursiyên kitêbxanê têr nakin, însan ji pê dimînin.
Yanî salon hetanî ber dev tije bûbû. Ji ber ku zimanê civînê bi swêdî bû gelek swêdî hatibûn.

Bêxwediya Înternetê însan ji pertav da xistiye

Bêxwediya Înternetê, medyaya sosyal dinya li me pir biçûk kiriye, çi li ku dera dinyayê diqewime meriv kane tavilê di telefona xwe da bibîne, bixwîne.

Tiştên meriv dixwaze bixwîne, bixwîne pir in. Lê meriv pê ra nagihîne gişan bixwîne. Dema meriv naxwîne jî ji meriv ra dibe meraq û derd.

Lê meriv dixwîne jî carnan pê xemgîn dibe, ew jî dibe derd.

Yanî meriv dixwîne dibe derd, naxwîne dibe derd. Vê teknolojiya bêxwedî însan xistine sitreseke mezin, înformasyona bênabên, întensîv însên mest dike. Meriv ji pertav da dikeve.

Çend rêz ji bîranînên min -251-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1986-10-01
Ez, Mûrad Ciwan, Ziya Avcî em çûn şîna Kesrayê lawê Cegerxwîn. Lawê wî mir, xort bû. Kezeba meriv dişewite. Erê emê gişên bimrin lê qebûlkirina mirina xortekî zor e. Gava mirin bêhemdî û wiha zû tê meriv şok dibe. Mirin jî carnan bêedaletiyê dike.

XXX
1992-10-01

*Şerê gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê îro jî li gelek deran dom kir. Li gorî xeberên medyayê şer pir giran û berfireh e. Qala kuştiyan nehat kirin.

Tirkiyê bi dehhezaran leşker û sîlehên giran ajotiye cephê. Gerîlla jî bi keleşê şer dike.
Hêvî dikim zayîateke mezin nedin.

PARVE BIKE