05 oktober 2022

Henekekê Erdogan dîn kiriye

 

Ji ber ku telewîzyona Swêd îniya borî di programeke hicîwî(satîrî, tinazî, henekî)da henek bi serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, Erdogan pir hêrs bûye.

Wezareta karên derve ya Tirkiye îro ban konsulê Swêd yê Tirkiyê Staffan Herrstrom kiriye, Swêd protesto kiriye.

Tirk nikanin fêm bikin meriv çawa kane li ser serokê Tirkiyê yê birêz û pir bi qîmet Recep Tayyip Erdogan programeke wiha çêbike ?
Ev ne karê aqil e. Tiştekî wiha nayê qebûl kirin.

Ev heqareta li serokê Tirkiyê ye. Heqareta li serokê Tirkiyê heqaqareta li Tirkiyê û li miletê tirk e.

Lema jî ev çend roj in medyaya Tirkiyê dîn û har bûye, hukûmeta Swêd, telewîzyona Swêd dixin binê erdê, dibêjin ”dewleteke wiha dixwaze bibe endamê NATO”ê ?
Tew lo, tew lo!

Tirk serokên xwe ji Xumeynî kêmtir nabînin. Hêvî dikim Erdogan jî wek Xumeynî fermana kuştina berpirsiyarê programê Kristoffer Ahonen Appelquist nede.

Li gorî şiroveyên medyaya Tirkiyê piştî vê sosiretê şansê Swêd ê endametiya NATOyê pir û pir zeîf bûye. 

Heyeteke hukûmeta Swêd nuha li Tirkiyê ye, li ber tirkan digerin, dixwazin tirkan sakîn bikin, lê pir zor xuya dike. Çimkî tu kesî, tu carî henekek wiha bi birêz Recep Tayyip Erdogan nekiriye.

Lema jî berpirsiyarên hukûmeta Tirkiyê, medyaya nêzî AKPê dibêjin heqareteke wiha nayê qebûlkirin, dibê hukûmet hesabê vê bide û kesên ev program çêkirine werin cezakirin. 
Belkî jî Tirkiye notayekê bide Swêd !

Serokên Yekîtiya Ewrûpayê sibe li Pragê tên ba hev, dibêjin Erdogan jî ewê here vê civînê.

Tê gotin ew û serokwezîra Swêd Magdelena Andersson ewê hevdu bibînin. Bi texmîna min feqîrê ji nuha da ji tirsa ketiye hev, Erdogan lênexe baş e.

Me kurdan bi milyonan Dolarê Amerîkî serf bikira me dîsa jî nikanîbû Erdogan û tirkan hewqasî xweşik bi swêdiyan û bi berpirsiyarên Swêd bida naskiririn.
Lê wan bi xwe, xwe baş hetikandin.

Erdogan û tirk bûne fîgurên mîzaha swêdiyan a herî xweş, êdî ne hewceyî me kurda ye, medyaya Swêd her roj  mîzaha li ser Erdogan û tirkan update dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE