Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1992-10-06
*Muzafer Ûzun ji min ra got li xeberên swêdî gudarî kiriye,
di xeberan gotine pûlisên alman du kesên lubnanî girtine, pûlis gotiye ew
qatilên Dr. Sadiq Şerefkendî ne.
Bi wan ra gelek pere û huwîyetên sexte girtine. Li gorî beyana pûlis şopa
tiliyên yekî li ser dabançeya di kuştina Sadiq Şerefkendî da hatiye bikaranîn
tespît kirine.
Qatilên werin kirîn pir in.
Heta rojkê du rojan mesele ewê zelal bibe.
*Mala Xwedê ava be, me îro mîzanpaja Armancê temam kir. Ezê sibe bibim teslîmî çapxanê bikim.
2008-10-06
Ji Apec Tryckê ra
Merheba Alî !
Gelek sipas ji bo bersîva te. Ez nizanim skata Botkyrka çiqas e, loma jî
tu dikanî ji sedî %30 bibirî û pereyê din jî têxe hesabê min.
Û 25 kitêbên ku para min dikeve jî heger tu bikanibî bigihînî min ezê gelkî
sipasdarê te bim.Edresa mala min li ba te heye, heger ew ne mimkûn be, ez
li Huddingeyê kar dikim, Hesen dikane bide min. Heger ew jî ne mimkûn
be tu dikanî deynî aşxaneya Yilmaz. Ya jî tu pêşniyareke din bînî.
Lê heger tu neqeherî ez kitêbên çapa nuh dixwazim. Û çiqasî zû bigihên
destê min ewê hewqasî baş be.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar