06 oktober 2022

Îcada tirkan a herî mezin dew e !

Tirk wek milet ne xwedî tu medenîyet in, tu îcat û keşfên wan tune ne, ji însanîyetê ra di tu warî da tu eserek nexuliqandine, tu keşfeke wan tune ye.

Lê dîsa jî dibê meriv heqaê wan nexwe, Ezîz Nesîn qala îcadeke tirkan ya herî mezin kiriye, gotiye:

”Îcada me tirkan ya herî mezin dew e. Me av tev mêst kir, dew îcad kir”.

Yanî av tevî mêst kirine, li hev xistine, bala xwe danê rohn bûye, nav kirine ”ayran”.
Ev jî bûye îcada tirkan ya herî mezin.

Lê ev tirkên îcada wan ya herî mezin dew e, dîsa jî bi derewên bi boçik xwe mezin dikin, li medenîyet û esrên miletên din xwedî derdikevin, dibêjin filan eser, filan medenîyet mîrata me ye.

Rojnameya tirkî Cumhuriyetê  85 sal berê(21/1-1937)bi pûntoyên mezin nivîsîye, gotiye:

”Medeniyeta Misrê ya kevn ya tirka ye. Belge û wesîqe nîşan didin Medeniyeta Misrê tirkan xuliqandiye. Piştî hin heqîqet derketin ortê, alimên Rojavayî jî êdî vê tezê diparêzin, dibêjin xwediyên medeniyata Misra kevn tirk in. Navê çemê Nîlê jî ”Tirkên Nîlî” berî nuha bi hezar salan çûne lêkirine.”


Lê ne Pîramîdên Misrê tenê, Yusuf Kemal Kutluata gotiye:

”Hz. Mihemed jî tirk e, sumerî jî tirk in.”

Heta di rojnameyekê da yek hinekî din jî pêş da çûye, gotiye, ”Ey merivên dinyayê, hûn gişk tirk in.”
Nivîskarê tirk Y. Kuşçuoglu gotiye:

”Bi tirkî bepyivin, çimkî bavê me Hz. Adem, bi melekan ra bi tirkî peyivîye.
Bi tirkî bipeyivin çimkî Hz. Mihemed axaftina bi tirkî emir kiriye. Hz. Mihemet tirk e.”

Yên van tiştên beradayî dibêjin, van virên bi boçik dikin ne zarok marok in, nivîskar in, di rojname û kitêban da nivîsîne.

Çima xwe wiha fahş dikin?
Ji ber ku wek milet ne tiştek in, pûç in, ji însanîyetê ra, ji dinyayê ra tiştek nexuliqandine, îcada wan a herî mezin dew e.

Lê bi baweriya min ew jî ne îcada wan e, miheqeq ew jî vir e, dew jî ya ji kurdan ya jî ji hinekên din kopî kirine.

Ma însan ne nexweş be dibêje kurd tirk in, Dibêje Hz. Mihemed, Sumer, Fîrewn tirk in?

Dewleta wan, nivîskar û alimên wan, zanîngehên wan bi salan gotin kurd tirk in, kurdî ne ziman e, zarokên xwe bi vê derewa bi boçik mezin kirin.

Yên kurdan bikin tirk, pir normal e Sumeran jî, ereban jî, Fîrewnanan jî bikin tirk, Pîramîdên Misrê jî bikin eserên xwe.
Lê bi tiştên wiha qelîteya xwe nîşan didin, meriv fêm dike çi merivên vala, pûç û berradaî ne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE