Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1992-10-07
Li gorî xeberên rojnaman, radyo û telewîzyonê şerê PKKê û
hêzên kurdên başûr îro jî dom kiriye. Dibêjin şer ji sînorê Sûriyê bigire,
hetanî ser sînorê Îranê dom dike.
Mesûd Barzanî di beyana xwe da got:
”Çi ji destê me hat me kir, lê me nikanîbû ew îqna bikirana. Bêyî midaxeleyeke
eskerî tu riyeke din li ber me nema.”
Kes baş nizane ji her alî çend kes di şer da ne. Lê li gorî texmînên tên kirin ji herdu aliyan bi hezaran kes ketine ber hev, şerê hev dikin, hevdu dikijin.
Îro di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da beyana Evdila Ocalan
heye.
Di beyana xwe da hêzên kurdên başûr bi hevalbendiya emperyalîzmê û
Tirkiyê sûcdar dike, dibêje, ”ji me ra qet ferq nake, emê şerê xwe bidomînin.”
Dibêje wan gelek pêşmerge kuştine û gelek jî dîl ketine destê gerîla.
Li gorî îdîa PKKê leşkerên tirk jî bi kurdên Îraqê ra li hemberî gerîlayên PKKê
şer dikin. Sê heb sûbayên tirk jî di destê wan da ne.
Lê him kurd, him jî Tirkiye vê îdîa PKKê red dikin. Feqet tirk dibêjin gava
kurdên Îraqê alîkariyê ji me bixwazin, emê alîkariya wan bikin.
Herçî êrîşên balafiran e tirk dibêjin ”ew wezîfeyên xwe yên
rûtîn dikin”.
Bêguman mesele pir cidî ye. Tiştê meriv jê ditirsiya qewimî, kurdan careke din
jî tivingên xwe kirin sîngên hev û destên xwe di xwîna hev gerandin. Ev şer
herdu aliyan jî li hemberî dewletên ew şerê wan dikin qels dike, ji hêz da
dixîne.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hîkmet Çetînê licî, got, ”ew li dijî îlankirina
dewleta kurd a federal in û ewê Kurdistaneke serbixwe tu carî qebûl nekin.”
XXX
1996-10-07
Serokwezîrê Tirkiyê Necmedîn Erbekan do li Lîbyayê bû. Di merasima xwarinê da
Qeddafî got:
”Dibê kurd li Îraqê, li Îranê, li Tirkiyê misteqîl bin. Dibê ew jî bigihîjin
îstîqlala xwe. Di bin roja Rojhilata Navîn da dibê kurd jî ciyê xwe bigrin.
Şerê Tirkiyê tu netîceyê nade. Tirkiyê ji xwe berê ev yek ceribandiye. Ereban
jî wek kurdan ji bo serxwebûna xwe şer kirin û di di dawiyê da bi dest xistin.”
Hin tiştên din jî got. Axaftineke tarîxî bû. Mala camêr ava
be. Hetanî nuha tu serokekî ereb bi vê zelaliyê mafê kurdan yê dewleteke
serbixwe neparastiye.
Li ser vê axaftina Qeddafî li Tirkiyê qiyamet rabû, her kesî êrîşek mezin bir
ser Erbakan. Digotin gerek bersîveke ser bida Qeddafî.
Ev du roj in dîsa li Tirkiyê qala muxtirayeke leşkerî dikin.
Dibêjin Serfermandarê Artêşê nameyek daye serokê Tirkiyê Suleyman Demîrel.
Darbeyek leşkerî zahmet e, lê bi riya Demîr û hin partiyan dixwazin hukûmeta
Erbakan xera bikin.
Rewşa Tirkiyê pir xerab e. Erbekan îmtîhanek baş neda.
Her axaftina wî, her serdana wî dibe problem.
Li Misrê jî rezîl bûn, Misrê di merasimê da ala tirk dananî.
Geh gotin tarî ye xuya neke, geh gotin dema ne serokkomar be al nayê hildan.
Axirê li Tirkiyê kaosek mezin heye, di rojên pêş da kane her tişt bibe.
Şerê gişan li ser serê me ye, giş dibêjin gerek kurd bîna xwe negrin, gerek
werin fetisandin.
XXX
2013-10-06 17:08
Ji Tosinê Reşîd ra
Birayê Tosin, gazina te ya ji kurdên bakur di cî da ye. Lê gotina ”anegor” jî bi tirkî ye.
“Ona göre”, yanî li gorî wê, ji bo wê…
Helbet
dibê meriv li zimanê xwe miqatebe, lê carnan jî meriv ji bîr dike. Gelek
silavên biratiyê
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar