07 oktober 2022

Tiştê Tirkiye tîne serê kurdan ji terorîzmê xerabtir e

Her ku karê serok û berpirsiyarên Tirkiyê baş naçe, her ku çerx û dolaba wan a hîle û firildaqan baş nagere, her ku îtîbara wan li dinyayê tê qurişekî, kes naxwaze silavê bide wan êrîşî kurdan dikin, heyfa xwe ji kurdan digrin.

Bêîtîbar dibin êrîşî me dikin.
Birçî dibin êrîşî me dikin.
Topê davêjin êrîşî me dikin.
Xelk wan pîs dike êrîşî me dikin.
Rezîl bûne, gurrî bûne, kurmî û kotî bûne xwe di dîwarê me kurdan didin.
Çavên wan me dibirre, çimkî kanin bi me. Lema gav û saetê pê li serê me dikin.

Tu dibêjî belkî ev dewleta pînc, ev hukûmeta faşîst sirf ji bo me heye, hal û karên kuştin û terorîze kirina kurda ye. Rojeke êrîşî kurdan nekin, çend kurdan nekujin tune ye.
Îro 7 gundên Hesekê topbaran kirine.
Çend gundên Kobanê topbran kirine.
Li Stenbolê girtine ser gelek malên kurdan, 9 kes girtine.
Li Rihayê 6 kes girtine.
Li Sirûcê, Sêwregê û Wêranşarê gelek kes girtine.
Balafirên Tirkiyê yên şer li Şengalê hin avahiyên YBŞê bombebaran kirine.
Pûlisên tirk li hemberî PKKê li 8 bajarên Kurdistanê û Tirkiyê operasyon kirine, 40 kes girtine.

Droneke Tirkiyê çiyayê Kunekotir li sînorê qeza Çomanê bombebaran kirine.

Droneke Tirkiyê do gundekî  Silêmaniyê bombebaran kirie.

Fermandarekî YPGê di êrişa Tirkiyê da hatiye kuştin.

Tirkiye bi droneran sînorên Pêncwênê bombebran kiriye.
Hêzên Tirkiyê 5 gundên Tiltemir û Zirganê topbaran kirine.
Zulmeke wiha, terorîzmeke wiha di tu tarîxê da nehatiye dîtin. Emê ji van faşîst û zebaniyan çawa xelas bibin ez nizanim. Lê terorîzmeke bi vî rengî memeriv ji canê xwe bêzar dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE