07 oktober 2022

Dibê girtiyên siyasî giş werin berdan !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan du kurdên nexweşên giran in ”efû” kirine. 30 sal e êsîr ketine destê dewleta tirkan, herdu jî nexweşên pir giran in, efendî mezinatî kiriye, ew ”efû” kirine.

Azadbûna wan helbet meriv pir kêfxweş dike, çavên malbatên wan ronî be.

Lê dibê neyê jibîrkirin bi sedan nexweşên wek wan di zindanên wan da li ber mirinê ne. Bi hezaran însan 20, 30 sal e di hefsan da ne.

Di van mehên dawî da jixwe çend kes mirin. Vê dewleta faşîst bi hezaran kurd êsîr girtine, di zindanan da, di şertên pir xerab da terkî mirinê kirine.

Çi ye, çi ye, dîktatorê neyarê qewmê kurd du kurdên nexweşên giran piştî 30 sal esaret ”efû” kiriye.

Ne kesek, du kes bi minet werin berdan, dibê girtiyên nexweş, yên siyasî giş serbest werin berdan.

Bi sedan girtî di zindanan da li ber mirinê ne, dibê hemû werin berdan, tedawê bibin. Di hundur d agirtina wan sûc e, kuştina bi zanetî ye.

Partiyên kurdî dibê giş bi hev rav ê şîarê bilind bikin, dibê yek kurdê siyasî di zindanê da nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE